Giliyê birîna darên Bestayê kirin: Destê xwe ji xwezaya me bikişînin 2021-09-03 09:11:20   ŞIRNEX - Şêniyên herêma Bestayê daxwaznameyekê ji Walîtî û Miduriyeta Daristanan a Şirnexê re şandin û gilî gazinên xwe anîn ziman. Şêniyan, di daxwaznameya xwe de destnîşan kirin ku xwezaya wan bi destê dewletê tê talankirin û ev daxwaz kirin: "Em pereyê we naxwazin, destê xwe ji xwezaya me bikişînin."    Li herêmên Çelênimêja û Bestayê yên Şirnexê qirkirina daran a ji hêla dewletê ve bi destê cerdevanan tê kirin didome. Heta niha li herêmê bi sed hezaran dar hatine birîn. Darên ku tên birîn li qamyonan tên barkirin ji derveyî bajêr re tên şandin. Şeniyên herêmê yên ku darên wan beyî agahiya wan tên birîn ji Midûryeta Daristanê, Walitiya Şirnexê û qereqola herêmê re daxwaznameyek şandin û giliya cerdewan û leşkeran kirin. Di daxwaznameya ku hatiye şandin de hat diyarkirin ku li herêma wan pirsgirika ewlehiyê tune ye û hat xwestin ku birîna daran a li herêmê bi lêz bê sekindanin.    Welatiyên ku gilî kirîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.    'EM PEREYÊ WAN NAXWAZIN'   Ji welatiyan Ahmet Îrmez, diyar kir ku birîna daran mirovî û wijdanî ye û wiha axivî: "Li Çemê Mezin a herêma Bestayê zevî û darên me hene. Darên wê herêmê darên sedsalan e. Berê ve her havîn em 10 malbat diçûn wir û me debara xwe li ser wir dikin. Her malbatekî 500 pez xwedî dikir. Niha rewş baş bibe em ê dîsa biçin ser axa xwe. Lê îro li herêma me ev talan dane destpêkirin. Şerm e, guneh e. Heger xweza biçe wê çi bimîne? Birîna daran bi vî rengî bidome wê li herêmê ne ajal ne mirov û ne jî jiyan bimîne. Av namîne, hewa namîne. Em naxwazin ku darên me bibirin. Li herêmê tiştek nehiştin. Darên me yên kizwanan û bêrûyan birîn. Ji bo darên me nebirin, me ji Walîtî, Midûryeta Daristanê û qereqolê re daxwazname şand. Lê ji me re hat gotin ku leşkerî dibejê em ê bibirin. Gotine em ê hezar metre dar bibirin. Niyet dikin ku darên herêmê hemûyan bibirin. Darên me li ser navê ewlehiyê dibirin. Lê mesele ne ew e, mesele talankirin e. Gelê me çima dengê xwe nake, çima bêdeng e? Bila vê qirkirin û talankirinê qebûl nekin. Ev dar jiyan û nefesa me ne. Em pereyê wan naxwazin. Bila darên me nebirin me tu pereyê wan navê. Heger îro ev qirkirine û talankirine nebûya dibe ku me gundê xwe ava bikira."   'JI ME RE QEDEXE YE JI WAN RE SERBEST E'   Ji şeniyên herêmê Metîn Uysal jî bertek nîşanî talankirine xwezayê da û got ku kesê ku bêdeng dibe hevkarê talanê ye û ev titş anîn ziman: "Ev polîtîkayên şer ên dewletê demeke dirêj e li Şirnexê tên meşandin. Vî şerê xwe bi çar alî dide meşandin. Ji bo armancên xwe yên qirêj daristanên me dişewitînin û talan dikin. Ev jî zirarê dide me. Lê wê herêma ku dar lê dibirin zevî û rezên me hene. Ji xwe dema ku dest bi vê talanê kirin jî ji me destûr nexwestin. Besta ji me re qedexe ye, lê ji wan re serbest e. Ji bo ku tu biçî Besta divê tu yan cerdewan an jî hevkarê dewletê bî. Em vê talanê şermezar dikin. Ev dar ne tenê darên me ne. Ev dar darên me hemûyan e. Bertekên heyî têrê nakin. Divê em bêtir dengê xwe derbixin. Ev kesên ku diçin daran dibirin jî ne kesên ji rêzê ne. Divê em vê rastiyê bibînîn û li hemberî vê qirkirinê bisekinin."   'NE TENÊ DARAN AJALAN JÎ QETIL DIKIN'   Ji şeniyan Meryem Îrmez jî bi lêv kir ku tu mafê dewletê nîne xwezaya wan talan bike û ev tişt got: "Birîna her darekî qetlîam e. Şewata daristanan û birîna daran guneh e. Dinya ne şev û rojek e û wê wiha jî berdewam neke. Dema ku em dibînin daran li qamyonan bar dikin û dibin dilê me dişewite. Debara gelê herêmê li ser Bestayê ye. Avahiyên me hene li wir. Li ku dera dinyayê darek bê birîn em ê li hember bisekinin. Bi hezaran hêlîn li ser wan daran hene. Bi hezaran mêşê hingivîn li ser wan daran hene. Ew tenê nabin sedema qirkirina darekî, di heman demê de dibin kujerên wan ajalan jî. Me gilî kir û hêvî dikin ku encam bigire. Em naxwazin darên me bibirin. Ne mixabine ku xezalên herêmê bireve biçe cihê bê şînkayî. Wê xwedê hesaba wan daran ji we bipirse. Em pereyê wan naxwazîn, destên xwe ji daristanên me bikişînin."   MA / Zeynep Dûrgût