Polîtîkaya desthilatê ya penaberan: Razemeniya siyasî û mudaxaleya li demografiyê 2021-09-03 09:13:48 STENBOL - Endama Komîsyona Penaberan a HDP'ê Ayfer Fatma Çelîk, diyar kir ku desthilat penaberan weke "razemeniyeke siyasî" dibîne û wê wan ji bo guhertina demografiyayê bi kar bîne.   Penaberên ku bi salan e Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan wan li dijî welatên Ewropa bi kar tîne, piştî ku rêveberiya Afganistanê ket destê Talîbanê careke din ketin rojevê. Erdogan, di 19'ê tebaxê de di hevdîtina xwe ya bi telefonê ku bi Serokê Konseya Yekitiya Ewropayê (YE) Charles Michel re kir de diyar kir ku Tirkiye malovaniya 5 milyon penaberî dike.     AFGANISTAN DI RÊZA YEKEMÎN DE YE   Li gorî daneyên fermî yên Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçê, ji Afganistanê ku 20 salên bênavber şer lê didome bi giştî 129 hezar û 300 penaber hatine Tirkiyeyê. Erdogan jî di 20'ê tebaxê de ragihandibû ku 300 hezar afganistanî derbasî Tirkiyeyê bûne. Li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçê yên 26'ê tebaxê, tenê di nav sala 2021'an de 90 hezar û 300 penaber hatine girtin. Ji vana 38 hezar û 341 kes jê afganistanî ne û 12 hezar û 909 kes jî ji Sûriyeyê hatine.    TUNDÛ Û ÎSTISMAR...   Penaber li Tirkiyeyê bi binpêkirinên mafan ên micid re rû bi rû ne. Di destpêka van binpêkirinan de êrişên nîjadperest, gotinên nefretê û kedxwarin tên. Li gorî rapora Binpêkirina Mafên Penaberan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Sala 2020'an, di salekê de mafê 658 penaberan hatiye binpêkirin. Di raporê de destpêkê binpêkirinên mafan ên mîna tundiya li ser jinê, îstismara zayendî, binpêkirinên mafên zarokan, kedxwarin, cûdakarî, xwegihandina edaletê û mafê xebatê tên rêzkirin.     'RAZEMENIYA SIYASÎ'   Endama Komîsyona Koçê û Penaberan a Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Ayfer Fatma Çelîk, polîtîkaya Tirkiyeyê ya penaberan û binpêkirinên mafan ên penaberan nirxand û diyar kir ku desthilata AKP'ê penaberan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Çelîk, da zanîn ku desthilata penaberan weke "razemeniyeke siyasî" dibîne û diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş pirsgirêka penaberan mezin dibe. Çelîk, bal kişand ser gotinên nîjadperest ku bi pirsgirêka penaberan re zêde dibin û di mijara penaberan de CHP'a ku got "sînor namûs e" jî rexne kir.    HEMÛ WELAT BERPIRSYAR IN   Çelîk, destnîşan kir ku ji ber dewletên emperyal welatê wan kirine rewşa ku mirov nikare lê bijî mirov neçar dimînin ku welatê xwe terk bikin û ev tişt got: "Berpirsên vê qet ne ew mirov in. Berpirsyar hemû welat in. Di mijarê de para Tirkiyeyê jî heye. Me dît ku Sûriyeyê kirin çi rewşê. Divê mirovên ji şer direvin bê qebûlkirin. Êja 'Sînor namûs e' çî ye, dûrişmeyeke wiha dibe? Wê demê we yê dema ku welatê wan dihat dagirkirin detûr nedaya. Ev mirov heta van deran tên û dibêjin ku dixwazin bijîn. Di rastiyê de 'bênamûsî" negirtina hundir e."   MUDAXALEYA LI DEMOGRAFIYÊ   Têkildarî armanca polîtîkaya penaberan a desthilatê jî Çelîk, bi lêv kir ku desthilat penaberan ji bo demografiyê bi kar tîne û weke cih jî erdnîgariya kurdan ji bo vê armancê hatiye hilbijartin. Çelîk, îşaret bi guhertina demografiya bajarê Efrîyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: "Vê li Rojilata Navîn, li Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê kirin. Ji Ewropayê pere terxan dikin û piştre li Herêma Kurdistanê bi cih dikin. Wextê kurdan ji gundê wan derxistine û li her dera Tirkiyeyê belav kirine. Daxwaza desthilatê ya şikandin û xeslkirina yekitiya kurdan heye. Em ne xerîbê bûyerên bi vî rengî ne. Ji avabûna komarê ev polîtîka tê meşandin."   Çelîk, got ku pirsgirêk tenê dikarin bi polîtîkayên aştiyane bên çareserkirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Divê di rastiyê de dûrişmeya me ya bingehîn aştî be. Divê niha hemû gel qêrîna xwe ya aştiyê berz bikin. Dem ew deme ku li dijî desthilata ji aştiyê ditirse em bi awayekî herî bilind dengê xwe yê aştiyê bilind bikin."   TIŞTÊN PENABER DIJÎN   Endamê Komeleya Şopandina Koçê (GÖÇİZDER) Halît Karahan jî qala pirsgirêkên ku penaber li Tirkiyeyê dijîn kir û wiha axivî: "Penaberên ku tên ne homojen in. Kesên xizan di rewşeke perîşan de ne. Penaberên ku li wargehan dimînin dema ku firsend dibînin ji wan derdikevin. Li wir tundî li wan tê kirin, di şertên ne baş de tên xebitandin û di warê hiqûqî de şertên wan ên parastinê tune ne. Destpêkê jin û zarok ji vê rewşê bi bandor dibin. Ev her du beş hem neheqî li wan tê kirin hem jî tên îstismarkirin. Şertên wargehan zor û zehmet in. Di xwarin û tenduristiyê de pirsgirêkên mezin hene. Ew der ne cihê ku mirov lê bijî."    ÊRIŞA LI ALTINDAGÊ   Karahan, got ku ji bo desthilat bibêje, 'Ez li penaberan dinêrim û bi polîtîkaya xwe wan bi awayekî baş bi rê ve dibim' divê destpêkê li pratîkên xwe binêre û şerm bike û destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şaş pisgirêkên ku bi hezaran penaber dijîn mezintir bûne. Karahan, her dawî ev tişt gotin: "Penaber her roj li behran dixeniqin, ji wargehan direvin û li ser sînoran dimirin. Polîtîkayeke çawa ya penaberan heye? Tişta ku weke serkeftin nîşan didin ev in? Li Altindaga Enqerê ya dilê Tirkiyeyê êrişî penaberan kirin û milkê wan talan kirin. Ev polîtîkayeke çawa ya serfkeftî ye? Ev çawa welateke model e? Bila kes nikare qala çîroka 'Em bi awayekî zêde bi pirsgirêka penaberan re eleqedar dibin û baş bi rê ve dibin' neke."