Malbata Şenyaşar: Hûn bi paldana qral tenê pêvajoyê dirêj dikin 2021-09-03 11:16:15   RIHA  - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê dewam dike, ev peyman parve kir: “Hûn bi paldana qralê dest lerzok, tenê dikarin pêvajoyê dirêj bikin.”   Emîne Şenyaşar a hevjîn û du lawên xwe di êrişa xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû, Nobeta xwe ya Edaletê ya li ber Edliya Rihayê di roja 179’emîn de dewam kirin. Malbatê di saetên serê sibê de, li qada ku weke “Quncika edaletê ya Malbata Şenyaşar” tê binavkirin, dest bi çalakiya xwe kir. Malbatê, di çalakiyê de dowîzên “Bila edalet bê, zilm bi dawî bibe” û “Ji bo zarokên min ên hatin qetilkirin edalet, ji her kesî/ê re edalet” vekirin û dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî jî ev peyam parve kir: “Hûn dikarin sûcên xwe yên we di tariyê de kirine, veşêrin. Hûn ê hesaba komkujiya ku we li nexweşxaneya dewletê kir, pêşberî dadgehê bidin. Hûn bi paldana qralê dest lerzok, tenê dikarin pêvajoyê dirêj bikin. Têkoşîna me ya edaletê ya li ber deriyê edliyê di roja 179’emîn de ye. #SenyasarAilesiİcinAdalet"