Hevserokê Meclîsa Mexmûrê Kaçan: NY hevkarê êrişan e 2021-09-03 14:53:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclîsa Gelê Mexmûrê Haci Kaçan, bal kişand ser berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî (NY), Iraq û PDK’ê ya di êrişên hewayî yên Tirkiyê de û got: “Ev êriş wê nekarin, me ji jiyana me ya azad dûr nexin.”    Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) di salên 1990’an de, gelek gundên girêdayî bajarên nêzî sînor şewitandin. Di encama şewitandina gundan de, ji 13 hezarî zêdetir welatiyan cih û warên xwe terk kirin û derbarê Herêma Federe ya Kurdistanê bûn. Welatiyên li Wargeha Mexmûrê kom bûn ji sala 1998’an ve dibin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne. Piştî bûyera 17'ê Tîrmeha 2019'an ya li restoranta Hoqqabaz a Hewlerê ku endamê MÎT'ê Osman Kose hatibû kuştin, çûn û hatina Wargeha Mexmûrê hatibû qedexekirin û ambargo dest pê kiribû. Ambargoya li ser wargehê hîna jî dewam dike.  Îro di saetên serê sibê de, carek din balafirên şer ên Tirkiyeyê, wargeha penabean bombebaran kirin. Di êrişa hat kirin de, kesekê jiyana xwe ji dest neda, lê zirarek madî gehişt mal û kargehên welatiyan.   ZIRAR GEHIŞT 10 MALAN   Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Haci Kaçan, derbarê êrişê de axivî û diyar kir ku êriş li Semta 2 ya Mexmûrê pêk hat. Kaçan, da zanîn ku ji ber ku îro roja Înê bû kesek li kolanê nebe û wiha bertek nîşan da: “Em ji felaketek mezin vegeriyan. Di êrişê de zirar gehişt 10 malan. Mala ku hat bombeberankirin, aydê mamosteyê bi navê Beşîr ê pitikek wî hebû. Di dema teqînê de, pitik di dergoşa xwe de bû. Di êrişî de mîna her carê sîvîl hatin hedefgirtin.”   ÊRIŞ Û AMBARGO   Kaçan, dest nîşan kir ku ev demek dirêje, Balafirên Biçek ên Bêmirov (SIHA), li ser qempê difirin û wiha bilêv kir: “Ji ber vê em ne li benda êrişek wiha bûn. Me liv û tevgera SÎHA’yan ji hikumeta Iraqê, Komîsertiya Bilind a Penaberan (NY) û rayedarên din re ragihandi bû. Lê êriş nehat asteng kirin. Berê jî em rastî êrişên wiha hatin. Di sala 2014’an DAIŞ’ê êrişî qempa me kir. Wê demê jî hatibû armanckirin ku gelê belav bibe û qemp bê valekirin. Li Şengalê jî, heman komplo û plan di dewrê de bû. Li Rojava jî heman rewş hebû. Em baş dizanîn ku ev êriş bi agahiya Tirkiyê pêk tên. Êrişa DAIŞ’ê, ambargoya ku 3 salin PDK dewam dike û ev êrişên bombeyî bi hev ve girêdayî ne. Konsepta ku DAIŞ’ê nekarî bi ser bixe, dixwazin îro temam bikin.”   ‘NY DIBE HEVKAR’   Kaçan, bal kişand ser demografiya qempê û wiha pê de çû: “Ji salên 90’î ve her tim li dijî me êriş hene. Lê êrişên herî dawî rast rast bi balafiran tên kirin. Bi destên PDK û DAIŞ’ê tên kirin. Ev êriş li ber çavên NY û hikumeta Iraqê tên kirin. Em ew mirov in ku me di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de mafê penabertiya siyasî wergirtiye. Her sal şande tên vê derê û nasnameyên me nû dikin. Di heman demê de şopên tiliyên me digirin. Lê îro NY li dijî van êrişan bêdeng dimîne û bi vî awayî dibe hevkarê van êrişan.”   ‘JIYANA AZAD’   Kaçan, diyar kir ku êriş di dema "Konferansa Hevkariyê û Şirîkatiya Bexdayê" de, ya di 28’ê Tebaxê de li Bexdayê pêk hat û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşo weke nûnertiya Tirkiyê beşdar bû de, pêk hat û wiha bi dawî kir: “Di civînê de, carek din Mexmûr û Şengal hatin hedefgirtin. Herkesî dizanîbû ku Tirkiye  wê êrişî vir bike. Li wê derê gef li me xwarin. Ji ber vê hemû êrişên ji îro û şûnde pêk werin, dibin berpirsiyartî û hevkariya Neteweyên Yekbûyî, hikumeta Iraqê û bi taybetî PDK’ê de ye. Ger em îro li dijî van êrişan li ber xwe nedin, emê dûre pir dereng bimînin. Bila baş bê zanîn ku ev êriş wê nekarin, me ji jiyana me ya azad dûr nexin.”   MA / Ahmet Kanbal