Cenazeyê Dîcle Uzum dan malbatê 2021-09-03 15:30:40     COLEMÊRG - Endama YJA Starê Dîcle Uzum a li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da bû, teslîmî malbata wê hat kirin.    Cenazeyê endama YJA Starê Dîcle Uzum a di 26’ê Tîrmehê de, li herêma Meydanbelek a girêdayî Colemêrgê, di êrişa bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest da bû, teslîmî malbata wê hat kirin. Malbata di 27’ê Tîrmehê de hatibû Colemêrgê û ji bo cenazeyê keça xwe bigire, testa DNA’yê da bû. Malbatê piştî lihev hatina testê, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê da. Malbatê, cenazeyê keça xwe girtin û birin Êlihê. Malbatê, da zanîn ku cenazeyê keça xwe bi awayekê parçekirî teslîm girtiye.     AQÛBETA TATLI   Di dîroka Uzum jiyana xwe ji dest da de, hatibû diyarkirin ku endama YJA Starê Gulgeş Tatli birîndar bûye û bi birîndarî hatiye binçavkirin. Derbarê aqûbeta Tatli de, heya niha tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.