Walîtiya Mêrdînê salvegera qetilkirina Sîncar kir hinceta qedexeyê 2021-09-03 17:37:57   MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê, ji bo qedexeya xwe ya çalakiyan a 15 roja weke hincet salvegera qetilkirina Mehmet Sîncar nîşan da.       Walîtiya Mêrdînê, ji bo 15 rojan li bajar çalakiyan qedexe kir. Walîtiyê, ji bo qedexeya ku ragihand jî salvegera mirina Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar ku di 4'ê îlona 1993'an de li Êlihê hatibû qetilkirina nîşan da û angaşt kir ku ji bo pêşî li provakasyonan bigire qedexeyê ragihandiye.