HDP: Ne qeza qetilkirin e 2021-09-03 22:35:02 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê bertek nîşanî mirina Mihraç Mîroglû yê 7 salî ku li navçeya Hezexê maşîneya zirxî lê qelibî û ew kuşt da û ev tişt got: "Li bajarên kurdan mirinên ku hêzên ewlehiyê û wesayîtên ku ew bi kar tînin dibin sedem ne qeza qetilkirinin."      Navenda Giştî ya HDP'ê, li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî qezaya ku li taxa Tûrgût Ozalê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê ji ber lê qelibandina maşîne zirxî çêbû û di encamê de zarokê bi navê Mîhraç Mîroglû yê 7 salî jiyana xwe dest da daxuyanî da. HDP'ê di daxuyaniya xwe bi van gotinan bertek nîşanî qezayê da: "Îro li Hezexê zarokê bi navê #MîhraçMîroglû yê 7 salî ku maşîneya zirxî lê qelibî qetil bû. Li bajarên kurdan mirinên ku hêzên ewlehiyê û wesayîtên ku ew bi kar tînin dibin sedem ne qeza qetilkirinin. Ev qetilkirina zarok, jin, extiyarê çenda ne? Êdî bes e."