Zarokê ku wesayîta zirxî lê dabû hat veşartin 2021-09-04 09:42:14   ŞIRNEX - Mîhraç Mîroglû yê 7 salî ku di encama lê dane wesayîta zirxî ya li navçeya Hezexê de hat qetilkirin, ji aliyê sedan kesan ve hat veşartin.    Cenazeyê Mihraç Mîroglû yê 7 salî ku li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê wesayîta zirxî lê da û jiyana xwe ji dest da, piştî kirariyên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hatin kirin, hat veşartin. Cenazeyê Mîroglû li Goristana Şêx Hesen a li navçeyê hat veşartin. Endam û rêveberên HDP’ê û bi sedan welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Mîraç ê biçûk piştî dûayên hatin kirin, ji aliyê sedan kesan ve hat veşartin.