Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin 2021-09-04 12:39:44 MÊRDÎN - Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar ku 28 sal berê li Êlihê hat qetilkirin, li gora xwe bi bernameyekê hat bibîranîn û di bîranînê de peyamên berdewamkirina têkoşîna wî hatin dayîn.    Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar ku ji bo lêkolînkirina cinayetên endamên Meclisa Partiya wan Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç çêbû Êlihê, bi rêveberê partiya xwe yê bajar Metîn Ozdemîr re di 4'ê îlona 1993'an de li kuçeya Elmayê hatibû qetilkirin. Ji ber salvegera qetilkirina xwe Sîncar li ser goristana xwe ya li navçeya Qoserê hat bibîranîn. Malbata Sîncar, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar  û gelek kes tevlî bîranînê bûn.    'EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'   Hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar, piştî rêzgirtinê axaftin kir û bi bîr xist ku hevjînê wê û Metîn Ozdemîr di hefteya aştiyê de hatine qetilkirin û êrişa li dijî wan ji aliyê kesên ku aştiyê naxwazin ve pêk hatiye. Sîncar, diyar kir ku di anv 28 salan de derneketine holê ya faîlan şerma meclisê ye û wiha got: "Tenê di navê Wezareta Edaletê de edalet heye. Bedêla wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna Mehmet û milyonan li erdê nehêlin. Em dizanin ku kujer ne kesek e."   'EM Ê LI BER XWE BIDIN'   Piştî Sîncar Parlamenter Pero Dundar jî axaftin kir û diyar kir ku faîlên Sîncar diyar kir û ev tişt gotin: "Beriya 28 salan Mehmet Sîncar îro jî Denîz Poyraz hat qetilkirin. Dema ku Mehmet Sîncar hat qetilkirin Denîz zarokeke biçûk bû. Lê bi heman rengî hat qetilkirin. Ji ber vê em kujeran û kesên ku tetikê bi wan didin kişandin jî nas dikin. Ev pergalek e. Li her malê şehîdek heye. Dema ku ev desthilat hat got ku wê cînayetên faîlên wan ne diyar zelal bike lê berovajiyê vê dosyayan yek bi yek digire. Kesên gotin em ê çareser bikin heman tiştî dikin. Kesên li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê komkujî pêk anîn heman kes in. Desthilat dev ji neyartiya kurdan bernedaye. Dijmineke wisa ye ku ji kujerên kurdan re serkeftinê dixwaze. Heta ku faîl derkevin holê em li ber xwe bidin."   Piştî axaftinan bîranîn bi çepikan bi dawî bû.