Malbata Şenyaşar bang li Wezîrê Dadê kir: Ev çerxeke çawa ye? 2021-09-04 13:03:27   URFA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, li ser hesabê xwe yê twîtterê hesabê Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etîket kir û ev peyam parve kir: “Ev çerxeke çawa ye? Yên hatin qetilkirin em in, yên tên binpêkirin em in, yên zilm lê wan tên kirin em in.”    Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 180’emîn de didome. Ji ber Edliyeya Rihayê girtî ye malbatê çalakiya xwe, li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Malbatê, li ser hesabê xwe yê twîtterê hesabê Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etîket kir û ev peyam parve kir: “Ev çerxeke çawa ye? Yên hatin qetilkirin em in, yên tên binpêkirin em in, yên zilm lê wan tê kirin em in. Parlementerên AKP’ê jî komkujiya nexweşxaneyê şermezar kir, wê Wezîrê Dadê kengî ji vê zilmê re bêje bes?”