Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn 2021-09-04 14:44:17   ÊLIH - Parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar û rêveberê partiyê Metîn Ozdemîr, ligel mudaxaleya polîsan jî li Kolana Elma ya lê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn. Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, di bîranînê de axivî û wiha got: “Hişmendiya ku ew qetil kirin bila bizanin ku ne 28 sal 100 sal jî derbas bibin em ê dev ji van kujeran bernedin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, Parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêveberê partiyê yê Rêxistina Êlihê Metîn Ozdemîr ên di 4’ê îlona 1993'an de li Kolana Elma hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlementerê DEP’ê yê berê Nîzamettîn Togûç, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û gelek kes beşdarî bernameya bîranînê bûn. Polîsan mudaxaleyî girseya ku li Kolana Elma hatin gelhev kirin.    POLÎSAN MUDAXALE KIRIN   Beriya bîranînê polîsan têketinên kolanê girtin û bi hêceta biryara qedexeya walitiyê ragihandin ku destûr nadin daxuyanî were dayîn. Polîsan bi mertal û copan mudaxaleyî girseya li kolanê disekinî kirin. Girseyê piştî mudaxaleyê di têketina kolanê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wêneyên Sîncar û Ozdemîr hat hilgirtin.    ‘HEMAN HIŞMENDIYÊ KOLAN GIRT’   Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca di bîranînê de axivî. Ûca, diyar kir ku dema hatin cihê Sîncar ew hatin qetilkirin bi hişmendiya beriya 28 salan re rûbirû man û wiha got: “Têketina kolanê niha ji aliyê wê hişmendiyê ve hatiye girtin. Kesên wê rojê Sîncar ew qetilkirin bila baş bizanin ku ne 28 sal 100 sal jî derbas bibin em ê dev ji van kujeran bernedin. Em ê li pey doza ku tê xwestin dema wê bibore û têkoşîna wî bibin. Bila cîhan wêneyê faşîzmê bibîne. Beriya 28 salan li vir wekîlek hat qetilkirin. Lê polîs nahêlin ku em bi çar kesan wî bi bîr bînin. Bila herkes vê faşîzmê bibîne.”     Ûca, da zanîn ku Sîncar şehîdê demokrasiyê ye û wiha axivî: “Sîncar pêşengê civaka azad, remza berxwedanê û pêşengekî têkoşîne ye. Wê rojê ji bo hevalên xwe yên hatin qetilkirin hatibû vê kolanê lê ew bi 8 guleyan qetilkirin. Milyonan mîrateya wî li pey xwe hişt, dewr girt. Îro bi milyonan kes têkoşîna wî bi rê ve dibin.”   Piştî axaftina Ûca, kesên beşdarî bîranînê bûn wêneyên Sîncar û Ozdemîr danîn ser qûmaşê reş ê di têketina kolanê de hat raxistin. Girseya ku qûrnefîl danîn vê derê dirûşmeyên “Şehîd namirin” berzkirin.