Tedawiya girtiyê nexweş Alici tê astengkirin 2021-09-04 15:09:55   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ragihand ku girtiyê nexweş Veysel Alici êdî nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û daxwaz kir ku bi awayekî lezgînî bê berdan û sewqî nexweşxaneyê bê kirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 365'an de çalakiya xwe ya ji bo balkişandina rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê li dar xist. Di civîna çapemeniyê ku li komeleyê hat lidarxistin de endamê înîsiyatîfê Omer Farûk Yazmaci axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Veysel Alici yê li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê girtî ye. Yazmaci, diyar kir ku Alici di sala 2012'an de hatiye girtin û darizandina wî didome û wiha got: "Di sala 2013'a de bi nexweşiya pençeşêra lenfê ketiye. Bi pençeşêrê re gelek nexweşiyên din jî li Alici peyda bûne. Diranên wî dikevin. Qelek kîla winda kiriye û teqata canê wî nemaye."   Di berdewamê de Yazmaci, da zanîn ku tedawiya Alici tê asteng kirin û xwest ku ji bo tedawiyek baş Alici demildest bê berdan.