Girtiyê nexweş Ayik ê rewşa wî giran dibe nayê berdan 2021-09-04 16:07:16   STENBOL - Komîsyona Gîrtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, diyar kir ku tedawiya girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar e tê astengkirin û bang li rayedaran kir ku Ayik were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a hefteya 493’yemîn li ser hesabê xwe yê medya dijîtal li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa Eskîşehîrê de dimîne.    Daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Meral Nergîs Şahîn xwend. Şahîn, qala xetereya şewba her ku diçe belav dibe û nebesiya bergiriyan kir û wiha got: “Ji ber di pêvajoya şewbê de mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin, bi mirinê re rûbirû dimînin.”   'JIYANA WÎ DI BIN GEFÊ DE YE'   Şahîn, da zanîn ku wê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de balê bikşînin ser rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik û wiha berdewam kir: “Ayik ji ber nexweşiya Crohn du caran hatiye emeliyatkirin û perçeyekî roviyên wî hatiye wergirtin. Malbata Ayik a di 15’ê nîsanê de bi telefonê bi kurê xwe re diaxive wiha dibêje ‘Dema cara ewil tînin Eskîşehîrê di odeke ku kêz tê de hene û ya karantînayê ye de tê girtin, dema sewqkirinê de avê jî nadinê. Piştî kolonoskopiya di 2’yê nîsana 2021’an de bijîşkê wî dibêje nexweşiya wî girantir dibe û divê bi lezgînî were tedawîkirin. Lê ligel vê yekê jî rayedarên girtîgehê tu gav neavêtine û ji ber vê yekê jî tenduristî û jiyana wî di bin gefê de ye.’”   Şahîn, bang li rayedaran re kir ku di serî de Ayik divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û mafên wan ên tenduristî û jiyanê were parastin.