Li Sêrtê qezaya trafîqê 2021-09-04 16:37:21   SÊRT - Li ser rêya navçeya Hewilê qezaya trafîqê pêk hat û di qezayê de kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.   Li ser rêya bejahî ya di navbera Sêrt û navçeya wê Hewîlê de otomobîla ku Ferhat Taşkiran ajot li TIR'ê qelibî û qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de ajokarê otomobîlê Taşkiran li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 5 kesên di wesayîtê de jî birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê.