Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da 2021-09-04 19:51:50 STENBOL - Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê ji ber giranbûna nexweşiya xwe di 25’ê Tebaxê de hatibû berdan, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî (70) yê ku 25’ê Tebaxê ji ber giranbûna nexweşiya xwe ji Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hatibû berdan, li Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîr ya Çam Sakûra dihat dermankirin. Li vir piştî hat tesbîtkirin ku penceşêr belavî pişkên wî bûye, di 31'ê Tebaxê de ew girtin beşa lezgîn ya awarte. Lê girtiyê nexweş ê 70 salî Mehmet Alî Çelebî yê 28 salên xwe di girtîgehê de derbas kirin jiyana xwe ji dest da.