Ji Amedê banga aştiyê: Em guh bidin dengê li Îmraliyê 2021-09-04 20:16:04 AMED - Serokwekîlê Koma HDP'ê Olûç, li Amedê di daxuyaniya girseyî ya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivî û got: "Desthilatdarî bi siyaseta şer xwe li ser piyan digire. Ji ber vê yekê ji aştiyê ditirse. Ger aştî were xwestin, divê guh bidin dengê li Îmraliyê." Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, li ber Plaza AZC a Semta Ofîsê ya Yenîşehîrê, ji bo daxuyaniyê bidin çapemeniyê kom bûn. Nûnerên hevparên platformên, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, Semra Guzel, Pero Dundar, Garo Paylan, Hişyar Ozsoy, Ebru Gunay, Mahmut Togrul, Remziye Tosun, rêveberên DBP'ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Dem dema qêrîna aştiye yê’ hat vekirin. Girseya ku polîsan xist dorpêçê bê naber dirûşmeyên "HDP gele, gel li vire", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bi berxwedanê emê qezenc bikin" berz kirin.   Li ser navê girseyê metna daxuyanî ji hêla berdevkê demê ya Platforma Ked û Demokrasîyê Suleyman Bozkurt ve hat xwendin.    ‘EM DI TÊKOŞÎNÊ DE BI ISRARIN’   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi salane li ser vê erdnigariyê şer heye û xwîn tê rijandin. Pêdiviya vê welatê herî zêde bi aştiyê heye. Lê şûna wê pêdiviyê de polîtîkayên xwe yên şer her ku diçe zêdetir dike. Ji ber polîtîkayên nijadî, pirsgirêka kurd ketiye astekî êrîşane û pevçûnê. Di encama polîtîkayên şer de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane û derheqê wan bûyeran de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Herî dawî li Şirnexê zarokek 7 salî ji ber erebeyê zirxî lê ket jiyana xwe jidest da. Em wek Hêzên Ked û Demokrasiyê, heya ku jiyanek bi rûmet bê avakirin û li dijî şerê aştî bê avakirin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bi vê armancê em ê di têkoşîna xwe de bi israr û xwe bi rêxistin bikin.”   ‘JI ŞER RE ÊDÎ BESE'   Piştî metna hevpar a daxuyaniyê li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafîye Yîgît axivî û destnîşan kir ku heta ku tecrîd neyê şikandin aştî jî nayê vî welatî û  wiha nêrînê xwe anî ziman: “Em îro ji bo aştiyê hatin gel hev lê dordora me hemû hatiye dorpêçkirin. Peyva aştî gelek zora wan diçe. Zarokên me di girtîgehan de ne, gelê me tên qetîlkirin, hertim li ser me şer heye lê em li hemberê wan hemû tiştan tenê aştiyê dixwazin. Bes êdî ji şerê re. Bila êdî aştî were vî welatî.”   ‘EM DIJMINANTIYA KURD QEBUL NAKIN'   Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dûre axivî û wiha got: "Em neçar man ku di bin dorpêçê daxuyaniyê  bidin. Em vê nêzikatiyê bi tu awayî qebûl nakin. Em dengê gel in û gotinên wan tînin zaman. Em ê li hemberê wan serî netewînin. Ev desthîlatdar ji aştiyê ditirse. Ji ber ku heke ku aştî pêk were dizane ku desthîlatdariya wê têk diçe. Polîtîkayên xwe yên li ser Sûriye, Iraq, Lîbya, Qibris û li her derê Rojhîlata Navîn de derfetek ji bo şer dît êrîşê dike. Ji ber wan hemû polîtîkayên şer desthîlatdariya xwe li ser piyan dihêle.  Duh li navçeya Hezexê zarokek 7 salî bi panzerê hat qetîkirin. Di pênc salên dawiyê de li Kurdîstanê bi dehan zarokên kurd hatin qetîlkirin. Lê kujer nehatin  darizandin. Ji ber ku polîtîkayê bêcezahiştinê heye. Em vê polîtîlkayê qebûl nakin. Desthilatdarî bi siyaseta şer xwe li ser piyan digire. Ji ber vê yekê ji aştiyê ditirse. Ger aştî were xwestin, divê guh bidin dengê li Îmraliyê."   Piştî axaftinan girse bi berzkirina dirûşmeyan belav bû.