Ûca: Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê bi biryara NATO'yê ne 2021-09-05 09:01:28   AMED - Parlamentera HDP'ê Feleknaz Ûca, diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê biryara NATO'yê ye û got ku divê Ewropa li şûna daxuyaniyên "Em bifikar in" Tirkiyeyê rawestîne.    Piştî êrişên DAIŞ'ê li ser xwe niha jî civaka êzidî bi êrişên Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Di 16'ê tebaxê de Tirkiye êrişî Sûka Kevn a Şengalê kir û 2 kesan qetil kir û 3 kesan jî birîndar kir. Piştî vê êrişê bi rojekê li dijî neavenda tenduristiyê ya li gundê Sikeniyê jî êrişek pêk anî û di vê êrişê de jî 4 kedkarên tenduristiyê bi giştî 8 kesan qetil kir û 4 kesan jî birîndar kir. Herî dawî di 30'ê tebaxê de jî li dijî Wargeha Qadiya ya li Zaxoyê êrişeje hewayî pêk anî.      DUNYA BÊDENG E   Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknaz Ûca, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî civaka xwe nirxand û diyar kir ku li ber çavê hemû dinyayê êriş li êzidiyan tê kirin lê tu kes dengê xwe dernaxe û divê Şengal bê parastin û wiha got: "Tişta ku DAIŞ'ê bi ser nexistiye Tirkiye dixwaze bike. Em sedema vê neyartî û êrişa li êzidiyan dizanin. Heta îro êzidiyan tu êriş li dijî Tirkiyeyê pêş nexistine. Bifikirin Tirkiye li kudere Şengal li kudere? Em dizanin ku gelê Şengalê hedef tê girtin gelê êrişa li dijî wargehê çî ye? Kuştina zarokan a li wan wargehan çî ye? Li ber çavê dinyayê nexweşxane tê bombebarankirin lê çavê hemû dinyayê girtî ye û bêdeng in."   'WÊ ÊZIDÎ ŞENGALÊ BIPARÊZIN'   Têkildarî pêvajoya piştî êrişên DAIŞ'ê yên li ser civaka xwe kir û da zanîn ku piştî êrişên DAIŞ'ê êzidiyan dest bi parastin û ewlehiya xwe kirine û meclisên xwe ava kirine û ev tişt anîn ziman: "Ji ber garantiya ku wê careke din li dijî êzidiyan êriş pêk neyên tune ye rakirine çekê. Bêdengî komkujiyan çêdikin. Em êzişdî dê ji niha şûn ve têkoşîna xwe mezin bikin. Lewre ev ne êrişên destpêkê ne. Êzidî natirsin û dev ji Şengalê bernadin. Di pêvajoya ku Lozan tê rojanekirin de li Rojhilata Navîn li ser xaka Kurdistanê di serî de li dijî êzidiyan konsepteke nû tê pêşxistin. Di çarçoveya vê konseptê de ji bo Kurdistanê sînorên nû tên xêzkirin. Ji ber vê tê xwestin ku Şengal bê valakirin. Bi demografiya Kurdistanê dilîzin. Em dizanin ku çawa êrişî Efrîn û Serêkaniyê kirin û li şûna kurdan ereban li wan bi cih kirin. Lê êzidî êdî mîna berê ne bêparastinin. Sozê azadkirina Şengalê ya êzidiyan heye."   DI HER HEVDÎTINÊ DE ÊRIŞEK   Di berdewamê de Ûca, bal kişand ser hevdîtinên ku bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî re tên kirin û vê derbarê de ev tişt anîn ziman: "Ki bi Kazimî re hevdîtin bike ew roj li dijî Şengalê êriş pêk tê. Em bi bîra xwe bînin roja ku wê Kazimî bihata Şengalê nexweşxane hat bombebarankirin. Piştre dema hevdîtina Kazimî û Macron jî wargeha li Zaxoyê hat bombebarankirin. Bi her hevdîtineke Kazimî re êrişek pêk tê. Meneya vê çî ye? Bangî hikûmeta başûrê Kurdistanê dikim; fermandarên êzidî tên qetilkirin hûn bêdeng in, nexweşxane tên bombebarankirin hûn bêdeng in, wargeh tên bombebarankirin hûn bêdeng in. Meneya vê qirkirina êzidiyan e. Şengal hemû Kurdistan e. Partiyên Kurdistanê û gelê Başûr divê destûr nedin komkujiyan."   'BIRYARA NATOYÊ YE'   Ûca, bi lêv kir ku êdî êzidî naxwazin ku jiyana xwe di bin bandora hin kesan de bidomînin û û daxwaza wan a xweserîbûnê heye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ji ber van daxwazan êzidiyan ji sala 2017'an ve li dijî êzidiyan êrişên bi rengî pêk tên. Lê çi dibe bila bibe wê êzidî dev ji daxwaza xwe ya xweseriyê bernedin. Ji bo bidawîkirina êrişan em dîplomasî dimeşînin. Lê divê em ji bîr nekin ku Tirkiye endameke NATO'yê ye. Heke îro Ewropa li dijî êrişan daxuyaniyên "Em bifikar in" bide divê bê zanîn ku ev êriş bi biryara NATO'yê ye. Li şûna hişyariyên "em bifikar in" divê Tirkiyeyê rawestînin. Dîvê bibêjin êdî bes e. Heke vê bikin wê demê em ê fêm bikin ku Tirkiye van êrişan bi serê xwe pek tîne na heke vê nekin ev êriş bi biryara Ewropa ne."   Ûca, ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê banga parastina Şengalê û yekitiyê li civaka êzidî û gelê kurd kir.    MA / Ergîn Çaglar