Cîranên malbata Mîroglu: Ewlehiya me û zarokên me tune ye 2021-09-05 09:06:06 ŞIRNEX - Şeniyên ku li taxa zarokê 7 salî Mîhraç Mîroglu lê hat kuştin dimînin wiha gotin: "Êdî ji ber tanzêran ewlehiya me û zarokên me tune ye." Di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneya zirxî li zarokê bi navê Mîhraç Mîroglu yê 7 salî hat qelibandin û ew kuştibû. Şêniyên taxê diyar kirin ku maşineyên zirxî 24 seat li cade û kuçeyên taxê diçin û tên û dema ku di  taxê de derbas dibin jî weke ku diçin şer derbas dibin. Şêniyên taxê bertek nîşanî polîsên ku bê serî û ber diçin dan.    Balkêş e her çiqas tabelayên ku hişyariya ji bo şifêran hebe jî lê bes polîs û leşker li ber çavan nagirin û bi lezgînî derbas dibin.    QEREQOLA POLÎSAN LI ŞÛNA NAVENDA TENDURISTIYÊ ÇÊKIRINE    Li gorî agahiyên ku şêniyên taxê didin, ji bo ku wesayîtên zirxî bi lez derbas nebin ji Kolana Adîle Naşît û heta hemû kolanan tabelayên 'Rawest e' hatine  daliqandin. Şêniyên taxê anîn ziman ku maşînyên zirxî yên li tevahiya taxê derbas dibin, bi  lez û bez di kolanên taxê de digerin. Hat zanîn qereqola polîsan a li taxê li cihê Navenda Tenduristiyê ya ku di sala 2016’an de wextê qedexeya derketina kolanan hatibû xerakirin, hatiye avakirin. Taxa ku ji 500 malan pêk tê ji bo ku biçin navenda tendûristiyê 5 kîlometre dûr diçin.   'ZAROK DITIRSIN'   Ji şêniyên taxê Zeynep Şen, anî ziman ku di taxê de bi salane ew bi vê pirsgirêka maşîneyên zirxî re rûbirû mane û got: “Polîs maşîneyên zirxî bi awayeke ne normal diajon. Zarokên me hene, ajalên me hene. Em naxwazin ku ew me aciz bikin. Dema ku di kolanê de derbas dibin em bi xwe jî ji wan ditirsin. Dema ku derbas dibin, zarok ditirsin û direvin."   'EWLEHIYA ME TUNE YE'   Ji şêniyên taxê Gulistan Hezer jî da zanîn ku êdî zarokên wan ditirsin ku li ber deriyê malê bileyizîn û wiha got: "Dema ku me bûyer bihîst em beziyan çûn cihê bûyerê. Ewlehiya me tune ye. Zarokên me biçin ser rê dê di cih de bikujin. Pisîka me li ser rê derbas bû kuştin. Heywanan dikujin, mirovan dikujin. Karê wan ev e. Êdî dibistan vebûn û wê zarokên me biçin dibistanê. Wiha îdara me nabe. Zarokên me dikevin ser cadeyê û heta êvaran dilîzîn. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin.”    'EM NEWÊRIN LI BER DERIYÊ XWE RÛNIN’   Welatiyeke ku ji ber ewlehiyê nexwest ku navê xwe bide bi lêv kir ku, polîs weke ku diçin şer, maşîneyên zirxî bikar tînin û got: "Dema ku erebeyên zirxî derbas dibin em ji tirsan xwe diavêjin ber diwaran. Em bi revê xwe bi kotekê ji wan xilas dikin. Em newêrîn li ber deriyê xwe rûnin.”