Axaftina bi telefonê li girtiyên bi koronayê ketine hat qedexekirin 2021-09-05 13:09:54   AMED - Hat zanîn ku destûr nehatiye dayîn girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T dimînin û bi koronayê ketine bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin.    Li qawîşa C-19 a Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê Tîpa T Jimara 2’yan girtiyên siyasî bi vîrûsa koronayê ketine. Girtîgehê destûr neda ku girtiyên bi koronayê ketine di telefonê de bi malbatên xwe re biaxivin. Malbata girtî Vedat Çelîk da zanîn ku ji ber lawê wan negeriyaye telefonî girtîgehê kirine û ji ber girtiyên di qawîşa wî de bi koronayê ketine destûr nayê dayîn ku girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Malbatê diyar kir ku ew ji tenduristiya lawê xwe bifikarin û hefteya bihûrî dema lawê wan telefon kiriye dengê wî nexweş hatiye.