Ji bo Mîhraç Mîroglu meşiyan: Ev kuştineke bi zanebûn e 2021-09-05 18:33:40 ŞIRNEX - HDP’ê li cihê ku Mîhraç Mîroglu lê hat qetilkirin bibîr anî. Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş got: "Ev kuştineke bi zanebûn e." Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hezexê serdana malbata Mîhraç Mîroglu yê ku polîsan maşîneya zirxî lê qeliband û ew kuştibû kir. Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozgûneş, Hûseyîn Kaçmaz, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê, Hunermendên Botanê yên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û gelek kes beşdarî serdanê bûn. Girseya HDP'ê ji hêla malbatê ve hat pêşwazîkirin. Piştî serdana malbatê, girseya HDP'ê ber bi cihê ku Mîhraçê biçûk lê hatibû kuştin ve meşiya û dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin. Di meşê de pankartê "Destên xwe yên qirêj, wesayîtên xwe yên kujer ji taxên me bikişînin, kêr gihişt hestî" û wêneyên zarokên ku heta niha hatine qetilkirin hatin hildan. Girseya ku li cihê bûyerê kom bû qerenfîl danîn cihê ku Mîhraç lê hatibû kuştin.   'WESAYITÊN XWE JI TAXÊN ME DERXIN’   Pişt re li ser navê girseyê Endama Meclîsa Şaredariya Hezexê Elfesya Nas axivî. Nas, diyar kir ku bûyera ku di taxê de çêbû qetlîam e û wiha got: "Ger ew wisa bifikirin ku jiyanên me yên bêqîmet hene ku em ji bo wesayîtên zirxî feda bikin, ew xelet in. Em baş dizanin ku ev hemû bûyer ji berxwedana me û israra me ya di têkoşîna demokratîk de derdikevin û ev rêbaza cezakirinê ye. Cihê ku bûyer qewimî şeniyên taxê gelek caran di raya giştî de ajokarên wesayîtên zirxî di derbarê leza wan û ajotina xemsarî de hişyar kiribûn, her çendî giliyên pêwîst li cîhên pêwîst kiribin jî, bi tu awayî tedbîr nehatine girtin û jiyana gelê me paşguh kirine. Êdî  bes e, aqilê xwe yê qirêj, destê xwe yên qirêj û wesayîtên kujer ji taxên me derxînin."   JI BO MÎHRAÇ STRÎN    Piştî daxuyaniyê li ser navê hûnermendên NÇM’ê yên Botanê Abdullah Agav axivî. Agav, jî diyar kir ku sedemê zêdebûna van bûyeran necezakirina kujeran e ew dixwazin ku zarok êdî li kolanan de bi zimanê dayikê stranan bistrên.    Piştî axaftina Agav, hûnermendên Botanê ji bo Mîhraç strana 'Goran' strîn.    'EV KUŞTINEKE BI ZANEBÛN E'   Pişt re Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş jî bal kişand ser necezakirina polîsên ku wesayîtan li zarokan diqelibînin û wiha got: "Em nizanin polîsên ku ev komkujî pêk anîne girtî ne yan na. Me bihîstiye ku wan ji polîsên kujer re gotine werin, em ê dûşemê îfadeya we bigirin. Ger ev rast be, Walî, Qeymeqam û rayedarên dewletê nabêjin ku van çima ev sûc kiriye. Em dirûşmeyek berz dikin hûn 10 sal ceza didin me. Çima hûn van kujeran ceza nakin. Ev kuştinek bi zanebûn e."   'KÎ LI VAN BAJARAN DIJÎ?'   Ozguneş diyar kir ku maşîneyên zirxî tenê li bajarên kurdan zarokan dikujin û birîndar dikin û got: "Ez li vir ji midûrên polîs û polîsan dipirsim, kî li van bajaran dijî?"   Girse piştî daxuyaniyê çû serdana şîna ji bo Mîhraç li Mizgefta Xanî hatiye danîn.