Malbata Yildirim: Yên ku zarokan di xew de dikujin wê li kolanê jî sax nehêlin 2021-09-06 09:00:18 ŞIRNEX - Dapîra Muhammed û Furkan Yildirim ên biçûk di bin panzêrê de man û hatin kuştin Ayşe Yildirim anî ziman ku êşa wan û ya malbata Mîroglu heman e û got: "Yên zarokan di xew de bikujin, wê li kolanê wan sax nehêle. Wê ev kujer jî werin xelatkirin."  Di 3'yê gulana 2017'an de li Taxa Karşiyaka ya navçeya Sîlopi ya Şirnexê polîsan panzer li xaniyê malbata Yildirim qeliband û Muhammed Yildirim ê 7 salî û Furkan Yildirim ê 6 salî yên birayê hev ku di xew de bûn kuştin.    Polîsên ku bûne sedema mirina her du birayan, dadgehê polîsê sûcdar Murat Meden berat kir û 2 sal û 1 mehek cezayê hepsê jî li polîsê sûcdar Omer Yegît birîbû.    Di ser bûyerê re 5 sal derbas bûn û heman tişt vê carê jî li navçeya Hezexê ya Şirnexê pêk hat. Di 3'yê îlonê de zarokê bi navê Mîhraç Mîroglu ê ku 7 salî dema li kolanê dileyîst, polîsan maşîneya zirxî lê qeliband û ew kuştin.    'MA XWEDÊ VÊ QEBÛL DIKE'   Dapîra Muhammed û Furkan Yildirim ên du birayên hev Ayşe Yildirim têkildarî kuştina zarokan axivî. Yildirim, diyar kir ku tişta hatiye serê wan ew ê tu caran ji bîr neke û wiha axivî: "Neviyên min saet li dozdehê şevê hatin kuştin. Kolanên taxan ne cihê wesayîtên zirxî ne. Cihê wan ji derveyî bajar e. Ma xwedê vê qebûl dike? Kesên ku bûn sedema kuştina neviyên min 3 mehan girtîgehê de man û pişt re hatin berdan û çûn ser wezîfeya xwe. Divê ew heta hetayê di girtîgehê de bimabana."   'YÊN KU ZAROKAN DI XEW DE BIKUJE, LI KOLANÊ JÎ SAX NAHÊLE'   Yildirim, da zanîn ku li ser vê axê nahelên ku zarokên kurd mezin bibin û got: "Zarokên me çawa dikevin kolanê bi maşîneyên zirxî tên kuştin. Yên ku zarokên di xew de bikuje, wê li kolanê jî wan sax nehêle. Em ji ber maşîneyên zirxî newêrin ku zarokên xwe bişînin derve û heta serê kolanê biçin."   'ÊŞA ME YEK E'   Yildirim, ji malbata Mîroglu re sersaxî xwest û wiha bi dawî kir: "Êşa me û malbata Mîroglû wek hev e. Xwedê sebrê bide diya wî û bavê wî. Çi zarok bikevin kolanê wê wisa bikin. Ew kesên ku bûne sedemê mirina Mîhraç jî wê weke faîlên Furkan û Muhammed 3 mehan di girtîgehê de bimînin û dûv re bên berdan. Ma xwedê vê qebûl dike? Dibêjin em ê zarokên kurdan xelas bikin. Dibêjin bila zarokên kurd mezin nebin. Bila bes maşîneyên xwe yên zirxî berdin kolanan. Çi karê wan di kolanên me de hene."    MA / Zeynep Durgut