Di kuştina karsazê li Nisêbînê de ‘çetebûn’ hat piştguhkirin 2021-09-06 09:00:19 MARDİN - Di îdianameya derbarê kuştina karsaz Oktay Mungan a li Nisêbînê de, tevî ku têkiliyên êrişkar û teşebûsan hatin tespîtkirin jî, di dosyayê de "diyardeya çete" hat paşguhkirin.  Îdianameya derbarê kuştina karsaz Oktay Mungan ê ku di 10'ê sibatê de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di encama êrşek çekdarî de bi giranî birîndar bûbû, di 1'ê adarê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, hat amadekirin. Hat îdia kirin ku cînayetên karsazan ên di salên dawî de li Nisêbînê bi destê Ocakên AK (Ak Ocakları) pêk tê. Îdianameya ji sûcê “kuştina bisêwirandî” derbarê Onûr Yildiz û Denîz Işik ku wek berpirsên kuştina karsaz Mungan tên zanîn de hat amadekirin. Her wiha di îdianameyê de İzzettin Duzkaya, Abdullah Er, Adnan Koç, Ahmet Yildiz, Gurkan Çalişkan, Oguzhan Karayilan û Sînan Demîrtaş jî ji sûcê “alîkariya kuştina bisêwirandî kirine” dê werin darizandin.    ÎDIANAME BO 19 KESAN HATIYE AMADEKIRIN     Kemal Urun û Vedat Urun jî di dosyeyê de wek kesên “pê dan kirin (azmettirici)” cih digirin. Di dosyeyê de hat gotin ew her du jî hêj firar in û nehatine girtin. Di dosyeyê de bi giştî derbarê 19 kesan de ceza tê xwestin.    BEHSA OCAKÊN AK’Ê NEHATIYE KIRIN    Di dosyeyê de bi yek gotinek û hevokekê jî behsa Ocakên AK ku têkiliya wê bi kuştinê re heye nehatiye kirin. Hat zanîn ku Kemal Urun û Vedat Urun berê rêveberiya Ocakên AK’ê kirine û tevî ku endamtiya wan a ji bo vê rêxistinê didome jî “diyardeya çete” hatiye paşguhkirin û gelek nasên wan jî girêdayî vê rêxistinê ne. Kemal Urun di medya herêmî de wek kesê “xêrxwaz” tê binavkirin. Berê wêneyên Urun bi rayedarên polîs û leşkeriya Nisêbînê re derketibûn holê û her wiha hat gotin ev Kemal Urun beşdarî civînek Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ya li Nisêbînê bûye.