Ji Soylû ew îdîa pirsîn: Raste ku ji ajokarê wesayîta zirxî re gotin ‘Were em ê îfadeya te bigirin?’ 2021-09-06 11:35:17 ENQERE - Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê têkildarî zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû yê di encama lêdana wesayîta zirxî de hat qetilkirin, ji Wezîrê Karên Hûndir 10 pirs pirsîn. Parlementeran îdîaya gotina ji ajokarê wesayîta zirxî re hatiye gotin ku ‘Roja Duşemê were em ê îfadeya te bigirin’ pirsîn.   Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş, qetilkirina zarokê 7 salî Miraç Miroglu yê di 3'yê Îlonê de, danê êvarê li navçeya Hezex a Şirnexê di bin wesayîta zirxî de ma û jiyana xwe ji dest da de birin rojeva Meclîsê. Parlementeran ji bo Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bibersivînê pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclîsê kirin.    Parlementeran bi bîr xist ku ji sala 2009’an ve li Şirnexê 20 jê zarok 40 welatiyan ji ber lêdana wesayîtên zirxî jiyana xwe ji dest dane û diyar kirin ku politikaya bêcezatiyê dibe sedemê cînayetên nû. Parlementerên HDP’ê têkildarî kuştina Mîraç Mîroglû yê 7 salî a di encama lêdana wesayîta zirxî de ji bo ku bi berxisvîne ji Wezîrê Karên Hûndir 10 pirs pirsîn.   Pirsên ji Wezîr Soylû hatin pirsîn wiha ne:    “* Hûn difikirin ku derbarê Mîraç Mîroglû yê beriya sê rojan bi wesayîteke zirxî ya girêdayî wezareta we ve hatiye kuştin daxuyaniyekê bidin? Armanca we ya nedayîna daxuyaniyê ya sê rojan parastina faîlan e?   *Derbarê polîsên ku wesayîta zirxî diajotin de tu lêpirsîn hatine destpêkirin? Têkildarî lêdana wesayîtê, raporên lêkolînê yên li cihê bûyerê hatin lêkolînkirin?   * Hemû qezayên wesayîtên zirxî yên li bajarên ku zêdetir kurd lê dijîn çêdibin û kurdbûna kesên di van qezayan de dimirin tesaduf e?   * Hêceta destûr nedayîna dîtina dayika Mîraç Mîroglû ya beriya definkirina wî çiye?   * Rast e ji ajokarê wesayîta zirxî ku bû sedemê mirina Mîraç Mîroglû re gotina ‘Here roja duşemê were em ê îfadeya te bigirin’ Heke rast be ev ne sûc e?   * Hejmara qezayên wesayîtên zirxî yên ji sala 2002’an ve bûn sedem çendin? Hejmara kesên di van qezayan de mirin û birîndar bûn çend e? Temen û zayenda van a li gor bajaran çiye?   * Dê hewldaneke we ya astengkirina dewriyeya wesayîtên zirxî ya jiyana mirovan û trafîka wesayîtan dixin xetereyê bibe?    * Heta niha di qezayên wiha de derbarê çend ajokarên wesayîtên zirxî de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Aqûbeta van lêpirsînan di çi astê de ye?    * Çend ajokarên wesayîtên zirxî yên bûn sedemê qezayan, ji peywîrê hatin dûrxistin? Çend kes hêj li ser peywîra xwe ne?   * Hûn di ferqê de ne ku îmtiyazên we di çarçoveya Qanûna Ewlehiya Navxweyî di sala 2016’an derxist de da hêzên ewlehiyê dibe sedemê mafên jiyanê yê welatiyan? Hûn plan dikin ku derbarê vê de sererastkirinekê bikin?