Cenazeyê Amara ku ji aliyê bavê xwe ve hatibû kuştin, hat veşartin 2021-09-06 13:21:12   RIHA - Cenazeyê Amara Dwla ku ji terefê bavê xwe ve hat kuştin bi beşdariya Serokê Baroya Rihayê Velat Îzol, ji aliyê Miduriyeta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî ya Bajêr ve hat veşartin.    Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê Amara Dwla ya 13 salî zewacê red kiribû. Bavê wê Ahmet Mohammed Dwla keça xwe Amara kuştibû. Cenazeyê wê ji terefê Miduriyeta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî ya Bajêr ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin. Cenazeyê wê li morgê dihat rawestandin. Miduriyeta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî ya Bajêr têkildarî mijarê daxuyanî da. Li ser vê daxuyaniyê xebatkarên Miduriyetê cenaze wergirt û birin li Goristana Asrî ya Nû veşartin. Serokê Baroya Rihayê Velat Îzol û cîgira wî Fazîlet Taştan Arserîm jî beşdarî merasîma cenaze bûn.