3 demsal derbas bûn, edalet nehat 2021-09-06 13:30:18   RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re 128 rojin li ber Edliya Rihayê “Nobeta Edaletê” digire, diyar kir ku 3 demsal derbas bûn, lê edalet nehat.   Ji malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji 9’ê Adara 2021’an ve çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” ya li ber Edliya Rihayê dewam dike. Çalakiya malbatê ket roja 182’yemîn. Malbat îro di saetên serê sibê de, hat ber edliyê û li ku cihê weke “goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar” tê bi navkirin dest bi nobeta xwe kir. Dayik û kurê xwe dîsa dowîza “Em tenê edaletê dixwazin” vekirin.    Ferît Şenyaşar ê li ber edliyê ji MA’yê re axivî, wiha got: “Bi gotina Wezîrê Dadê, em 182 roj in li 'Deriyê Edaletê' disekinin. Li vê derê parêzer û welatî di ber me re tên û diçin. Her kes dibe şahidê vê bêedaletiyê. Êdî em naxwazin ku mirov bi awayekê biêş li me binêrin. Em jî dixwazin mîna her kesî jiyana xwe ya asayî dewam bikin. Wezîrê Dadê di dema vekirina salê ya edlî de, behsa edaletê kir. Gotineke Ziya  Paşa hebû; ‘Karê mirov neynika wî/wê ye, li gotina wî/wê nayê mêze kirin.’ Bi weşandina peyaman edalet nayê bi cih anîn. Tevahiya cîhanê li vê bêedaletiyê temaşe dike. Li vê derê dayikek kezeb şewitî heye. Tenê tişta dixwaze, bi cih anîna edaletê ye. Ger hûn nikarin vê edaletê pêk bînin, wê demê îstîfa bikin û derbarê edaletê de jî peyaman ne weşînin.”   'HÛN ÇAWAN LI ZAROKÊN XWE MÊZE DIKIN’   Şenyaşar bi bîr xist ku di meha Adarê de, dest bi nobeta xwe kirin û wiha got: “3 demsal derbas bûn. Gerek dikir ku evqas dirêj neke. Li holê komkujiyek heye. Li nexweşxaneya dewletê komkujiyek pêk hat. Ji ber ku di navê de parlamenterek û xizmên wî hene, dosyeya venakin. Ez bang li Serdozgeriya Komarê dikim; Gava ku ev zilm li vê dayikê tê kirin, hûn çawan li rûyê zarokên xwe mêze dikin? Demildest divê edalet bê bicihanîn. Ger hûn kirina pêk bînin jî, îstîfa bikin.”    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal hesabên Wezîrê Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Rihayê Onder Yenîçerî Gul etîket kir û got: “Li ber deriyê edliyê, ev dayik 182 rojin radiweste. Her kes vê zilmê dibîne. Gelo çima kes ji vê zilmê re nabêje êdî bese. Ey dozgerên komarê; ger serdest destûrê nadin ku hûn edaletê bi cih bînin, wê demê îstîfa bikin.”