28 karkerên li Iraqê hatin xapandin hatin binçavkirin 2021-09-06 15:49:09   STENBOL - 28 karkerên ku bi şîrketa avahiyê ya AL-KAWANI ya Iraqê re peyman îmzekiribûn, hatin xapandin û mûçeyên wan ên 3 mehan nayên dayîn, hatin binçavkirin.    28 karkerên ku bi şîrketa AL-KAWANI ya li bajarê Kûtê yê Iraqê re peyman îmze kiribûn û hatin xapandin, 3 mehin mûçeyên wan nayên dayîn. Leşkerên Iraqê karkerên serî li Sefîrtiya Tirkiyeyê dan binçav kirin. Karkerên berî ku bên binçavkirin bi dîmen û qeyda deng ev peyam parve kir: “Em tên binçavkirin, nizanin wê me bibin ku derê. Hêzên Iraqê dest deynin ser telefonên me, alîkariya me bikin.” Hat hîn bûn ku eskeran dest danîne ser telefonên karkeran û bi darê zorê ji şantiyeyê derxistine. Nehat zanîn ku karkerên hatin binçavkirin birine ku derê.