Ji bo Çelebî şîn hat danîn 2021-09-06 16:51:58   STENBOL - Ji bo Mehmet Alî Çelebî yê ku piştî hat berdan û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Esenyûrtê şîn hat danîn.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Esenyûrta Stenbolê li avahiya xwe, ji bo Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî ku piştî hat berdan û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, şîn danî. Endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alikariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin (YAKAYDER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) û Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) serdana şînê kirin.    Li avahiya partiyê wêneyên Mehmet Alî Çelebî hatin daliqandin û sînevîzyoneke ku têkoşîna Çelebî vedigot hat pêşandan. Wekî din di şînê de helbesta ku Çelebî di girtîgehê de nivîsandibû hat xwendin. Serdanên ji bo şînê didomin.