ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-07 09:00:02 * Parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî, diyar kir ku mirinên ku li bajarên kurdan maşîneyên zirxî dibin sedema wan "ne qezayên trafîqê" sûcên "bi qestî" ne û ev tişt got: "Nêzikbûna li kurdan ne tiştekî veşarî ye. Tê zanîn ku nêzikbûna 'kurdê herî baş kurdê mirî ye' berbelav e." * Fatma Tore ku bi kîlometreyan dûrî kurên xwe yên li girtîgehên Sîlîvrî û Bandirmayê girtî ne, dixwaze zarokên wê yên 4 sal in wan nabîne sewqî girtîgeheke nêz bên kirin.    * Kekê girtiyê nexweş Îslam Îverendî ku rexmî rapora "nikare li girtîgehê bimîne" jî li Girtîgeha Tîpa T a Arganê ya Meletiyê tê girtin, Rizgar Îverendî xwest ku her kes bibe dengê birayê wî yê her diçe rewşa giran dibe.   * Ji bo cezayê ku ji ber gotina kilamên kurdî li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û 10 girtiyên ji hatibû birîn "Bi awayek nepêwîst xwendina sirûdê û berzkirina dirûşman" hincet hat nîşandan.    * Hevberdevkê Komîsyona Karê Hilbijartinê ya HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî, diyar kir ku AKP-MHP bi guhertina pergala hilbijartinê dixwazin qezenc bikin û got ku li dijî vê pêwîstiya muxalefetê bi yekitiye wêrektir heye.   * Bavê Mîraç Mîroglu yê 7 salî ku li navçeya Hezexê wesayîta zirxî lê qelibî û wî kuşt axivî û wiha got: "Polîsê ku maşîneyê li Mîraç xistiye gotiye, 'ez hêdî çûme, lawik li min qelibî ye'. Zarok ne wesayîta zirxî ye ku karibe li erebeya zirxî biqelibe."     * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 183'yemîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê wê têkidlarî kêmasiyên di serdema nû ya perwerdehî û hîndekariyê de li ber Lîseya Ziya Gokalp a li Yenîşehîra Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê. (18.00)