4 sal in 2 kurên xwe yên girtî nabîne 2021-09-07 09:00:27 COLEMÊRG - Fatma Tore ku bi kîlometreyan dûrî kurên xwe yên li girtîgehên Sîlîvrî û Bandirmayê girtî ne, dixwaze zarokên wê yên 4 sal in wan nabîne sewqî girtîgeheke nêz bên kirin.  Fatma Tore (54) ku kurekî wê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê û kurekî wê jî li Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê girtî ye, ji ber tunebûna derfetên maddî û pirsgirêkên tenduristiyê 4 sal in nikare zarokên xwe bibîne û bi hesreta wan e. Tore ku li gundê Sipîndarok ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê dijî ji kurê xwe Mikaîl Tore yê li Girtîgeha Bandirmayê 2 hezar kîlometre û ji kurê xwe Mehmet Emîn Tore ku li Girtîgeha Sîlîvriyê jî hezar 900 kîlometre dûr e. Tore daxwaza dike ku zarokên wê sewqî girtîgehên herêmê yên nezî wan bên kirin.    HESRETA EWLADÊN WÊ EW NEXWEŞ XISTINE   Tore ku zarokên wê 5 sal in girtî ne, diyar kir ku 4 sal in qet wan neditiye û wiha got: "Berî mirina xwe dixwazim zarokên xwe bibînim. Min gelek bêriya wan kiriye û ji ber ku bi salan e nikarim wan bibînin nexweş ketim.  Hemû nexweşiyên min ji ber hesreta zarokên min e. Tansiyona min heye, êdî piyê min nagire û nikarim bimeşim. Li bendê me ku rojekê zarokên xwe bibînin. Dixwazim ku her ku zarokên min bînin girtîgehekê bidine cem hev. Tenê bi telefonê bi wan re diaxivim. Dayikeke tenê li ser telefonê dengê zarokên xwe dibihîze. Ev rewşeke gelek biêş e."   TENÊ DAXWAZA WÊ DÎTINE ZAROKÊN WÊ NE   Dayik Tore, bangî Wezîrê Edaletê kir û ev daxwaz kir: "Tenê daxwaza min ew e ku zarokên min bînin cem hev û bila dengê min bibihîzin. Zarokên min bêguneh in. Nizanim ku ez ê kîngê bimirim lê dixwazim beriya mirina xwe zarokên xwe cara dawîn li cem hev bibînim. Naxwazim beriya dîtina wan bimirim."   MA / Mazlûm Engîndenîz