Hinceta cezayê stranên kurdî: Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê 2021-09-07 09:00:32 AMED - Ji bo cezayê ku ji ber strandina stranên kurdî li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û 10 girtiyan hatibû birîn "Bi awayekî nepêwîst xwendina sirûdê û berzkirina dirûşman" hincet hat nîşandan.  Li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê, ji ber ku kilamên kurdî gotibûn û li ber govend gerandibûn mehek cezayê ragihandinê û ziyaretê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka HDP'a Amedê Hulya Alokmen, Fethiye Ok Çîçek, Emîne Erkan, Zîlan Demîr, Mîhrîban Şorlî, Remziye Yaşar, Nûray Çelîk, Dîlan Aydin, Necmiye Boz û Dîcle Bozan hat birîn.    GOTINA 'ZIMANÊ NAYÊ FÊMKIRIN'   Di biryara Serokatiya Lîjneya Dîsîplînê ya Girtîgehê de hatibû diyarkirin ku di 15'ê tebaxê de ji qawişan deng hatiye û ji aliyê peywirdarên girtîgehê ve bloq hatiye kontrolkirin û ev tşt hatibû gotin: "Hatiye tespîtkirin ku girtî û hikumxwaran tilîlî kirine û bi zimanekî ku nayê fêm kirin govend gerandine, dûrişmeyên 'Apo, gerîlla' berz kirine û bi gotinên 'Ji bêhna çiyayan em pêt bi pêt dişewitin, kesên nizanin bila bizanibin, kesên nebihîstine bila me bibihîzin' sîrud gotine." Di girteke têkildarî mijarê de hatibû diyarkirin ku girtî hatine hişyarkirin û ji ber bûyerê lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin û hatibû angaştkirin ku 15'ê Tebaxê roja lidarxistina çalaiya çekdarî ya destpêkê ya PKK'ê ye û gotina sirûdan têkildarî vê rojê ye.    QEDEXEYA RAGIHANDIN Û ZIYARETÊ   Di biryarê de hatiye destnîşankirin ku girtiyan di parastinên xwe de gotiye, 'ji bo moral dem deman kilamên kurdî dibêjin û govend digerînin'. Her wiha di biryarê de ji bo cezayê qedexekirina ragihandin û hevdîtina ziyaretvan ku li 11 jinên girtî hatibû birîn jî weke hincet "Bi awayek nepêwîst xwendina sirûdê û berzkirina dirûşman" hatiye nîşandan.