Pîroglu: Wêne bêçaretiya dewletê ye 2021-09-07 10:41:14 STENBOL - Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglu wêneyê dorpêçkirina xwe ya li Taksîmê wek “wêneyê bêçaretiya dewletê” bi nav kir.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwestin têkildarî qedexekirina mitînga aştiyê ya li Bakirkoyê, li Meydana Tunel a Taksîmê daxuyaniyek bidin çapemeniyê û qedexekirina mitîngê şermezar bikin. Polîsan mudaxileyî daxuyaniya mitînga aştiyê kir û 47 kes binçav kiribû. Dorpêçkirin, astengî û tundiya polîsan bi wêneyek derket holê. Polîsan, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglu li naverasta Kolana Îstîklalê ji aliyê gelek polîsan ve hat dorpêçkirin. Ev wêne binpêkirina mafan û bikaranîna mafên demokratîk radixe ber çavan. Hêjayî bibîrxistinê ye ku wêne ango dorpêça polîsan rewşa Tirkiyê rave dike.    ‘WÊNE BÊÇARETIYA DEWLETÊ NÎŞAN DIDE’    Mûsa Pîroglû ji wê dorpêç an go rewşa pê re rûbirû ma wek “trajîkomîk” nirxand û wiha got: “Ew wêneyê derket holê, wêneyê bêçaretiya dewletê ye. Dewlet li hember biryardarî, îrade û daxwaza girseyan û gel amûra zorîtiyê bikar tîne. Ev jî bêçaretî û aciziya wan radixe ber çavan. Dîmen û wêneyên ku carek din li Taksîmê derketin holê tirsa nava dilê îqtidarê da xuyanîkirin. Di vê serdemê de dixwazin dengê wekîl û gel qut bikin. Lê ew çi dikin bila bikin em wek parlamenterên HDP’ê her tim li ber barîkatan bûn û em ê her li ber barîkatên wan serî rakin. Heta ku em îqtidarê hilneweşînin wê demokrasî neyê.”