Ocalan: Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin 2021-09-07 10:56:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan derbarê girtiyên nexweş de wiha gotibû: “Me eskerên dîl ên di destê xwe de berdan lê wan girtiyên nexweş bernedan. Îsraîlê ji bo eskerekî xwe hezar Filistînî berdabûn. Girtiyên nexweş weke dîl tên girtin.” Li girtîgehan li dijî binpêkirinên mafan çalakiya greva birçîbûnê didome. Girtiyên nexweş ên ligel raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) a “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî nayên berdan, bi nûçeyên mirinê tên rojevê. Di girtîgehan de 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene û rewşa tenduristiya wan her roja ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û nayên berdan. Mehmet Alî Çelebiyê 70 salî ku 28 sal in nexweşê penceşêra xwînê ye, ji ber rewşa tenduristiya wî giran bû di 25’ê Tebaxê de li ber mirinê hat berdan. Çelebî yê ji ber penceşêra xwînê belavî kezeba wî bû rakirin beşa lênêrîna awarte, di 4’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tenê 3 mehên di sala 2021’an de 2 jê giran 13 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Gavneavêtina têkildarî rewşa girtiyên nexweş, dibe sedemê mirinên nû.    Desthilata AKP’ê ku parazvanên mafên mirovan ji bo girtiyên nexweş bên tedawî kirin û berdan pê re gelek hevdîtin kirin, heta niha tu sozên xwe negirtin. Ligel ku şertê ewil ên muzakereyên di navbera salên 2013 û 2015’an de di navbera şandeya dewletê û Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de pêk hatin girtiyên nexweş jî bûn, nehatin berdan û berovajiyê wê rewşa wan hîn girantir bû. Ligel ku HPG’ê esker û polîsên di destê xwe de berdan û pêvajoya “paş ve kişandinê" dan destpêkirin jî desthilatê careke din soza berdana girtiyên nexweş neanî cih.    ROJEVA BINGEHÎN A OCALAN   Girtiyên nexweş qasî du salan di hevdîtinên li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan re hatin kirin de bûn rojeva bingehîn. Di hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya di 3’ê Nîsana 2013’an kir de, Ocalan xwest ku têkildarî berdana girtiyên nexweş ên di sînorê mirinê de bi Wezîrê Dadê re biaxivin û wiha got: “Name ji min re tên. Li Şakranê û Tekîrdagê peywîrdarên dixwazin pêvajoyê qetil bikin hene. Ji xwe çarçoveya qanûnî pêk hat. Divê di mijara girtiyên nexweş de Wezîrê Dadê gelek bi lez tevbigere.”   ASTA DUYEMÎN: DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN   Ocalan, di hevdîtina 24’ê Hezîrana 2013’an de ji bo derbasî asta duyemîn bibin mûtabakateke ji 8 serenavan pêk tê pêşkeşî şandeya dewletê kir û ji bo ev mutabakat pêk were ev tişt gotin: “Divê girtiyên nexweş bi lez bên berdan. Me çawa kesên di destê xwe de berdan divê wezîr beg jî bi awayekî erênî nêzîk bibe.”   Ocalan, di hevdîtina 21’ê Tîrmeha 2013’an de girîngiya berdana girtiyên nexweş destnîşan dike û bi pirsa “Bêjin wezîr ji xwe qanûn heye. Çima nahêlin bêhna xwe ya dawî li derve bidin?” got wê şopdarên mijarê bin.    ‘XELET DIKIN’   Ocalan, di hevdîtina 17’ê Tebaxa 2013’an de ligel şandeyê jê re ragihand ku têkildarî girtiyên nexweş de tu geşedan nînin wiha got: “Ev çi dikin, fêm nakim. Dê cenazeyê hemûyan ji hûndir derxînin. Gelek xelet dikin.”   AKP’Ê FIRSENDA HEYÎ NE NIRXAND   Ocalan, piştî pêvajoya paşveçûnê ya bi banga wî dest pê kir di hevdîtina 15’ê Îlona 2013’an de têkildarî girtiyên nexweş bi gotinên “Dibêjin kesên nexweş lê hevrêyên hêja ne. Piştî ku min jî ev nêzîkatî dît min paşveçûn bi wate nedît. Nêzîkatiyên weke bikaranîn û îstîsmarê mi di xewna xwe de dîtibûna bawer nedikir. AKP’ê winda kir, firsenda heyî ne nirxand” bertek nîşandan.    ‘HIŞYARIYA PROVOKASYONÊ’   Di hevdîtina 9’ê Mîjdara 2013’an de pêk hat jî Ocalan wiha dibêje: “Neberdana girtiyên nexweş û parlementeran (Parlementerên HDP’ê yên girtî) tam provokasyonek e. Ji Wezîrê Dadê re jî bêjin, em dema rojiyên mirinê jî axivî bûn. Ev provokasyoneke, an ku kesên van neberdin provokasyonê li me û li we dikin. Divê di vê mijarê de gav bên avêtin. Divê sozên ku dayîne bi cih bînin.”   Ocalan di hevdîtinê de destnîşan kir ku di heman demê de provokasyoneke ser girtiyên nexweş jî heye û ev nirxandin kir: “Dema di vê mijarê de bi AKP’ê re diaxivin pir kêm dimînin, hûn nikarin bi awayekî baş provakasyonê û xetereyê vebêjin. Ez biaxivim, ez ê vebêjim. Ji wan re bêjin, kesên di nav miduriyeta polîsan de dixwazin we bêxin û kesên provakasyonan dikin heman kes in. Darbeya 7’ê Sibatê kê pêk anîbe, kesên li dijî zarok, jin û nexweşan di girtîgehan de provakasyonan plan dikin eynî ne. Hûn vê nabînin? Ji sûîkasta Ozal heya niha ev provakator di dewrê de ne.”    ‘JI BO ESKEREKÊ HEZAR FILISTÎNÎ HATIN BERDAN’   Ocalan di hevdîtina 7’ê Sibata 2014’an de diyar kir ku di saleke derbasbûyî de sozên hatine dayîn nehatin bicihanîn û wiha got: “Divê di serî de girtiyên nexweş hatibûna berdan. Ne girêdayî sozên xwe ne. Dema min çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kir diviya ev kiribûya. Me eskerên dîl ên di destê me de jî berdan lê wan girtiyên nexweş bernedan. Îsraîl ji bo eskerekî xwe hezar Fîlîstînî berdabûn. Van nexweşan jî û yên din jî weke dîlan digirin. Ev bê exlakî ye.”   EZ ÇAWA BAWER BIKIM?    Ocalan, di hevdîtina 15’ê tebaxê ya bi şandeyê re pêk anî de diyar kir ku bi neberdana girtiyên nexweş nebaweriyek pêk hatiye û wiha axivî: “Van hêj çend girtiyên nexweş jî neberdan. Şert û mercên ji bo girtiyên nexweş ên penceşêrê behna xwe ya dawî li derve bidin jî pêk neanîn. Heke nêzîkatî ev be ez ê çawa bawerî van bikin?”   DAXWAZA HAKAN FÎDAN   Ocalan di hevdîtina 4’ê Sibata 2015’an de ev tişt gotin: “Ez di vê mijarê de herî zêde ji vê diqehirim. Dema pêvajo dest pê kir Hakan Beg (Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan) ricayek kir. Got ku ‘Berdana esker û polîsên di destê we de wê ji bo pêvajoyê baş be’ Ez qet neketim nava lêkolînan û min jî got rast e û min bang kir. Îsraîlê ji bo eskerekî xwe bi hezaran Filistînî berdan.” Di vê hevdîtinê de Musteşarê Ewlehiya Raya Giştî (KGM) diyar kir ku berdana esker û polîsan bandoreke baş li pêvajoyê kir û ji Ocalan re ev tişt got: “Helwesta we ya di vê mijarê de gelek baş û pêşdebir bû.”    DAVUTOGLU ASTENG KIR   Endamên Şandeya Îmraliyê jî di vê mijarê de têkildarî hevdîtina bi Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû re kirin ev tişt ragihandin: “Serokwezîr bi lêv kir ku mijara girtiyên nexweş bi hêceta bûyerên 6-8 Cotmehê wî astengkiriye û sekinandiye û ragihand ku ji Wezîrê Dadê re gotiye heta ewlehiya cemaweriyê pêk neyê gav nayê avêtin.”   KGM: EV MESELE ÇARESER BÛ!   KGM’yî di niqaşên di hevdîtinan de dihatin kirin de wiha got: “Girtiyên nexweş û Lijneya Şopandinê. Ev her du mesele jî çareser bûn. Temam e.” Lê ligel van gotinan jî tu gav nehatin avêtin.     JI BO AŞTIYÊ HAT DI GIRTÎGEHÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA   Piştî şandeyê bi bîr xist ku girtiyê nexweşê penceşêra kezebê Abdûlmecît Arslan piştî hat berdan du mehan di 8’ê Çileya 2015’an de li nexweşxaneya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest daye, Ocalan jî bi bîr xist ku endamê Koma Aştiyê Lutfu Taş ê li ser banga wî di sala 2009’an de ji Qendîlê hat û di sala 2010’an de hat girtin, di encama qeyrana dil de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Ji bo ku rêya çareseriyê vebe bi banga min hat. Hat girtin û di girtîgehê de terkî mirinê hat kirin.”   EZ EXLAKÎ NÊZÎK DIBIM   Di hevdîtina 14’ê Adara 2015’an de ku mijara girtiyên nexweş hat axaftin, di navbera Ocalan û KGM’yî de ev diyalog derbas bû:    Abdulah Ocalan: Min herî dawî bang li Koma Aştiyê kir. Lutfu Taş ser vê banga min hat. Di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Rewşa hevalên girtî di holê de ye. Yên ku vê asteng dikin jî cemaet e. Lîstika cemaetê ya li vir aşkera ye. Min rewşa muhatabiyê berçav girt û ji bo dîlên di destê me de bên berdan talîmat dabû. Ez di têkiliyan de exlakî nêzîk dibim. Lê wan hêj hevalên girtiyên nexweş jî bernedane.”   KGM: Ji bo agahdarkirinê tiştekî bibêjim.   Abdulah Ocalan: Ne girîng e, bihêlin ez axaftina xwe xelas bikim.   KGM: Ji bo ku mewzûat bê derbaskirin talimat dan Wezîrê Edaletê. Gotin heta niha ji PKK’ê 17 kes hatine berdan.    PIRSGIRÊKEKE MIROVÎ YE   Abdulah Ocalan: Ez nabêjim PKK’yî. Rewşa kesên nexweş pirsgirêkeke mirovî ye. Sezerê (Ahmet Necdet Sezer) we ne dieciband jî dema Serokkomariya xwe de 60 kes berdan. Abdulah Gul berda. Lê di vê serdemê de qet nehatin berdan. Ev yek li dijî min tevgera tolhildanê ye.    MA / Ozgur Paksoy