Hevşaredar Bûl ji doza 'hevserokatiyê' beraet bû 2021-09-07 14:04:35 DERSÎM - Hevşaredarê Dersîmê yê berê Alî Bûl, ji doza bi hêceta “hevserokatiyê” derbarê wî de hatibû vekirin beraet kir.    Danişîna doza bi îdiaya “peywîra xwe nebaş bikaraniye” bi hêceta “hevserokatiyê” derbarê Hevşaredarê Dersîmê yê berê Alî Bûl ku dema di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, di sala 2016’an de ji aliyê Wezerate Karê Hûndir ve qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê hat dîtin. Di danişîna ku Alî Bûl beşdarnebûyî de parêzerê wî Bariş Yildirim amade bû.    Dadgehê, diyar kir ku “hevserokatiya” bûye mijara sûcdariyê ne sûc e û biryara beraetê da. Hat hînbûn ku biryar, li gorî rapora pisporan ku “hevserokatî” zirarê nade cemaweriyê hatiye dayîn.    Parêzer Yildirim têkildarî biryarê li ser twîttera xwe ev parvekirin kir: “Hevşaredarê me yê Dersîmê yê berê Mehmet Alî Bûl ji doza ku bi hêceta ‘peywîra xwe nebaş bikaraniye’ dihat darizandin beraet kir.”