Du zarok ketin qenala avê: Yek mir, yek jî winda ye 2021-09-07 15:40:18   RIHA - Li Rihayê E.K. û T.D. yên li ber pez bûn ketin qenala avê û xeniqîn. Cenazeyê E.K. hat dîtin û xebatên lêgerîna T.D. didomin.    Tê gotin ku E.K. (8) û T.D. (9) yên li Gundê Îkîagiz a bi ser navçeya Halîliye ya navenda Rihayê ve pez diçerandin, ketin qenala avê ya aydê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) û xeniqîn. Kesên derdorê yên ku ferq kirin zarok ketin avê, li hewara zarokan çûn û cenazeyê E.K. ji qenalê derxistin. Xebata lêgerîna T.D. jî didome. Cenazeyê E.K. rakirin morga nexweşxaneyê.