Li Wanê çalakî û şahî tenê ji AKP’ê re serbest in! 2021-09-07 15:56:31   WAN - Li Wanê hezar û 750 roj in li dar xistina çalakî û şahiyan li muxalefetê tê qedexekirin, lê ji bo AKP’ê her cûre çalakî serbest in.    Li Wanê di çarçoveya Rewşa Awarte de (OHAL) hezar û 750 roj in çalakî û şahî tên qedexekirin. Her cûre çalakî û şahî li rêxistinên sivîl, komele û partiyên muxalefetê bi hêceta “Qanûna jimara 2911’an a Civîn û Xwepêşandanên Meşan” ji aliyê walîtiya Wanê ve tên qedexekirin. Li bajêr tevî biryarên qedexeyê jî Serokatiya Bajêr a AKP’ê li Beşyola Wanê stant vekiriye.    Tevî ku OHAL di 18’ê Tîrmeha 2018’an de bi dawî bûye jî walîtî ji her 15 rojan an jî 30 rojan biryara qedexekirina çalakî û şahiyan dirêj dike. Ji roja ku qedexeya ewil li bajêr hatiye ragihandin heta niha sê walî guherîn lê dîsa jî li dar xistina çalakî û şahiyan li partiyên muxalîf û rêxistinên sivîl tê qedexekirin.    HDP'Ê BERTEK NÎŞAN DA    Rêxistina HDP’ê ya Wanê di hesabê xwe yê Twitterê de bertek nîşanî biryarên qedexeya çalakî û şahiyan da û wiha got: “Yên ku her cûre çalakî û şahiyan li hemû partiyan, komeleyan, rêxistinên girseyî yên demokratîk qedexe dikin, destûra vekirina stanta AKP’ê didin. Em van qedexeyan û cihêkariyê nas nakin.”