Ji ARSÎSA’yê banga qeydên qursên kurdî 2021-09-08 09:01:37 WAN -  Komeleya ARSÎSA ku li Wanê ji bo xebatên ziman, çand û hunerê hat avakirin, dest bi qeydên qursên kurdî kir. Nûnerê komeleyê Zekî Îtah, bang li malbatan kir ku zarokên xwe li qursên wan qeyd bikin.  Şaxa Komeleya Lêkolînên Ziman-Çand-Hunerê (ARSÎSA) ya Wanê, li navçeya Erdîşê dest bi xebatan kir. Komeleya ku li navenda Rêya Armûşê vebû, 3 polan dest bi qeydên qursên kurdî kir. Ji van her sê polan wê 2 pol ji bo zarokan bin. Nûnerê komeleyê yê Wanê Zekî Îtah, diyar kir ku bi 20 mamosteyan dest bi amadekariyên xwe yên sala nû kirine û banga qeydan li malbatan kir.    BI 3 POLAN DEST BI PERWERDEYÊ DIKIN   Îtah, diyar kir ku di çend salên dawîn de kurd ji axaftina zimanê xwe dûr ketine û got ku armanca wan pêkanîna bêyî ku gel ji zimanê xwe dûr bikeve, li her derê perwerdeya kurdî bigire û bi kurdî biaxive. Îtah, da zanîn ku weke 3 polan ders bidin û ev agahî dan: “Ji bo ku gele me bi kurdî biaxive û binivisîne me komeleyeke wiha vekir. Niha 2 polên me yên ji bo zarokan û poleke me ya ji bo mezinan hene. Pola zarokan ji 15 kesan pêk tê û pola mezinan jî ji 20 kesan pêk tê. Weke komele em serlêdana kesên ku dixwazin perwerdeya kurdî bigirin digirin. Bi zêdebûna serlêdanan re em ê polen nû vebikin.”   PIŞAFTIN   Di berdewama axaftina xwe de Îtah, bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Demeke dirêj e li ser kurdî polîtîkayên pişaftinê hene û ev rewş didome. Îro, di encama vê polîtîkayê de li Konyayê malbateke kurd tê qetilkirin. Li hin deverên din ji ber axaftina xwe ya kurdî mirov hatin lînçkirin û êrişên nîjadperest li wan hatin kirin. Kurdî jî mina zimanên gelên din hebû û wê hebûna xwe bidomîne jî. Înkarkirin û qebûlnekirina vê nîjadperestiyê mezin dike. Ji bo pêşîgirtina vê divê kurdî teqez bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn.”   BANG   Di dawiya axaftina xwe de Îtah, ev bang li malbatan kir: “Dema ku malbatên me zarokên xwe bişînin dibistanê, divê ji bo kurdî serlêdan bikin û daxwaza kurdî bikin. Ev mafekî rewa yê gelekî ye. Tişta ji destê me bê em ê bikin. Daxwaza me ew e ku li kuderê dibin bila bibin bila bi kurdî biaxivin. Kesên ku dixwazin kurdî hîn bibin jî bila bin serî li komeleya me bidin. Em bi kurdî biaxivin, binivisînin û bifikirin.”   MA / Cemîl Ûgûr