Girtiyên nexweş di rewşeke ku nikarin bên tedawîkirin de tên berdan 2021-09-08 09:01:42 ENQERE – Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê Îlhan Ongur, diyar kir ku êdî girtiyên nexweş piştî ku dikevin rewşa ku nikarin bên tedawîkirin tên berdan û di serlêdanên ku dikin de jî bersiveke yekrêzî digirin.  Pêkanînên li dijî girtiyên nexweş dibin sedem ku cenazeyê girtiyan ji girtîgehan derkevin. Ji bo berdana girtiyên nexweş şerteke ku rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya girtî “nikare di girtîgehê de bimîne”  hebe. Rexmî vê raporê jî gelek girtiyên nexweş ji aliyê dozgerên girtîgehan ve bi hinceta “ji bo ewlehiya dewletê gef in” nayên berdan. Ev jî dibe sedem ku girtî jiyana xwe ji dest bidin. Herî dawî girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî di 25’ê tebaxê ji Girtîgeha Sîncanê hat berdan. Lê piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da.   SERLÊDANÊN GIRTIYÊN NEXWEŞ   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Îlhan Ongur, pêvajoya ku ji bo berdana girtiyên nexweş bi rê ve dibin û polîtîkayên ku dimeşînin nirxand. Ongur, da zanîn ku herî zêde girtiyên nexweş serî li wan didin û wiha got: “Girtiyên rewşên wan giran nayên tedawîkirin, di dema xwe de wan nabin nexweşxaneyê, daxwazên wan ên paşdexistina înfazê nayên qebûlkirin, girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe bijîn bi raporên ATK’ê li girtîgehan tên girtin û tenê bijîjken revîran li wan dinerin û dermanên êşbirê didin wan. Têkildarî van mijaran serî li me didin.”   BERSIVA BI YEK RÊZΠ   Ongur, da zanîn ku serlêdanên ku ji girtiyan digirin ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê, Miduriyeta Giştî ya Girtîgeh û Malên Tewqîfê û Wezareta Tenduristiyê re radigihînin û têkildarî mijarê ev tişt got: “Ji serlêdanên ku em ji bo lezkirina pêvajoya hiqûqî û taloqkirina înfazê dikin re jî bi yek rêzî bersiv didin. Tenê dibêjin kirariyên têkildarî girtiyên nexweş tên kirin û tên berdewamkirin…Ji bilî vê tê agahî nadin. Herçiqas bê gotin ku ji bo girtiyên nexweş kirarî tên kirin jî di hevdîtinên ku bi girtiyên nexweş re tê kirin de em dibinin ku ev kirarî nayên kirin û demeke dirêj tên rawestandin. Heta em dibinin ku rewşa girtiyên nexweş giran dibe.”   DAXWAZA TEDAWIYA LI NEXWEŞXANEYÊ    Di berdewamê de Ongur, destnîşan kir ku dema girtiyan dibin nexweşxaneyê wan 14 rojan dikin qawişa qarantînayê û ev bandoreke neyînî li girtiyên nexweş dike û wiha pêde çû: “Ji ber vîrûsa koronnayê demeke dirêj girtiyên nexweş nebirin nexweşxaneyê. Ji ber vê rewşa wan giran bû. Piştre wan bi wesayîta rîngê birin û destê wan kelemçekirî mieyne kirin. Dema vegerê jî wan dikin qawişên qarantînayê. Liv ir nikarin bi tena serê xwe bijîn. Ev hê bêtir bandor li tenduristiya wan dike. Ji ber vê em di hemû serlêdanên xwe de daxwaz dikin ku tedawiya girtiyên nexweş li nexweşxaneyê bê kirin.”   BANGA HESTYARIYÊ   Têkildarî dema berdana girtiyên nexweş jî Ongur, bi lêv kir ku girtî pîştî ku nikarin bên tedawîkirin tên berdan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dema ku dikevin rewşa ku wê jiyana xwe ji dest bidin tên berdan. Rexmî ku qanûn heye jî infaza girtiyên nexweş nayê taloqkirin. Desthilatê girtiyên nexweş kiriye mijara bazariya siyasî. Dewlet berpirsyariyên xwe yên pozîtîf bi cih nayne û ji ber vê ji şertê dewleta hiqûqê dûr ketiye. Ev pergaleke kêfî ye û bi awayekî aşkera hiqûq pêk nayê. Ev ne rewşeke ku bê qebûlkirine. Çi dibe bila bibe mafê mirov pîroz e û di çarçoveya mafê jiyanê de divê dewlet berpirsyariya xwe ya pozîtîf bi cih bîne. Em banga bicihanîna vê berpirsyariyê dikin. Ji bo girtiyên nexweş di şertên tendurist de bên tedawîkirin divê rayedar hestyar bin.”   MA / Zemo Aggoz