Polisê bû sedema mirina Mîraç li ser kar e 2021-09-08 09:01:43 ŞIRNEX – Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, diyar kir ku polisê bûye sedema mirina Mîraç Mîroglû weke ku qet tiştekî  nebûbe peywira xwe didomîne û got ku wê weke baro mudaxîlê dozê bibin û derbarê bûyerê de bi komisyona ku ava bikin dê dosyayê lêkolîn bikin. Li bajarên herêmê ji sala 2008’an ve 40 kes ji ber maşîneyên zirxî li wan qelibîne jiyana xwe ji dest dane û 52 kes jî birîndar bûne. Di serî de jî Şirnex û navçeyên xwe tê. Ji sala 2008’an ve ji ber ku maşîneyên zirxî li wan qelibîne 10 kesan li Şirnexê jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne. Herî dawî di 3’ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneya zirxî li zarokê bi navê Mîraç Mîroglû yê 7 salî qelibî û jiyana xwe ji dest da.    Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û van bûyeran nirxand.    MIRIN ZÊDE BÛN   Destpêka axaftina xwe de Serok Rojhat Dîlsîz, diyar kir ku di demên dawîn de bûyerên ku maşîneyên zirxî dibin sedema mirinan zêde dibin û wiha got: “Di hevdîtinên me yên bi rayedaran re rayedara hebûna maşîneyên zirxî bi “ewlehiyê” ve gire didin. Peywira dewletê ye ku pêşî li mirinên maşîneyên zirxî dibin sedema wan bigire. Hebûna maşîneyên zirxî ya li qadên lîstikên zarokan ji bo herêma me pirsgirêkeke micid e. Di dosyayên ku faîlên wan polis û leşker bin bi tendurist nayên birêvebirin û di pêvajoya darizandinê de cezayê heq nayê dayîn. Ev jî dibe sedema hin bûyerên din.”    ‘DIVÊ LÊPIRSÎNEKE BIBANDOR BÊ BIRÊVEBIRIN’   Dîlsîz, diyar kir ku divê di bûyerên wiha de lêpirsîn bi awayekî micid bê kirin, berpiryarên rasteqîn derkevin holê, personelê ku maşîneya zirxî bi kar tîne bi aweyekî hûrgulî bê perwerdekirin û maşîneyên zirxî ji qadên jiyanê bên vekişandin û ev tişt gotin: “Di nav darizandinê de divê faîl û gumanbar cezayên ku heq dikin bigirin û li kesên ku îhmala wan heye lêpirsîn bê vekirin û ji bo cezayê heq dikin bigirin em ê bikevin nav hemû hewldanên pêwîst. Me bi dozgerê dozê Mîroglû re hevdîtin kir. Dozger dibêje, ‘qeza ye û bersûc encameke wiha nexwestiye’.  Ev ne qezayek û mirineke ji rêzê ye. Heke baş neyê lêpirsînkirin îhtîmaleke mezin wê dîsa bûyerên bi vî rengî pêk bên. Faîl kî dibe bila bibe divê cezayên ku di qanûnan de hatiye diyarkirin bikişîne. Qet nebe peşî li mirinên bi vî awayî bê girtin.”   GOTINÊN SIYASETMEDARAN   Di berdewama axaftina xwe de Dîlsîz, da zanîn ku gotinên siyasetmedaran polis û leşkerên ku li herêmê kar dikin sewqî tevgerandina derveyî hiqûqê dike û wiha pêde çû: “Di bûyerên wiha de divê li gorî lepirsînê îfade bê girtin û sewqî girtinê bê kirin. Me hêvî dikir ku dozger bi şertê kontrola edlî sewq bike. Lê niha polisê ku bûye sedema mirina Mîroglû weke ku qet tiştek nebûbe li ser peywira xwe ye. Ev di civakê de dibe sedema hêrsbûnê. Ev baweriya ji darazê kêm dike. Weke hiqûqnas em bikevin nav hewldanên ku lepirsîn bi awayekî tendurist bi rê ve biçe û cezayê heq bê birîn.”    DAXWAZA LÊKOLÎNA MECLISÊ   Dîlsîz, bi lêv kir ku bûyerên di demên dawîn de pêk tên ne pêkane ku mirov wan weke “tek” binirxîne û ev tişt gotin: “Ji bo ku lekolîneke berfireh bê kirin heke pêwîst be divê li Meclisê komîsyoneke lêkolînê bê avakirin û hemû pêkhate di vê mijarê de înîsiyatîf bigirin. Weke baro em ê mudaxîlê dosyayê bibin. Bi daxwazên baroyên welat em ê bi awayhekî bihêz tevlî dozê bibin. Em ê bi awayekî hûrgulî li dosyayê binêrin. Ji bo vê dozê em ê bi Komîsyona Mafê Mirovan re komîsyonek ava bikin. Ji bo ku ev dosya jî mîna dosyayên beriya niha bêencam nemine xebata pêwîst em ê bikin.”   MA / Mujdat Can