Bi hinceta cezayên rabûne berdana girtî Dag tê astengkirin 2021-09-08 09:10:48 AMED – Mehmet Dag ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê girtin, bi hinceta ku cezayên dîsîplînê yên lê hatine birîn û piştre rabûne nayê berda. Parêzera wî Nagehan Avçîl, biryarê weke “hiqûqa dijmin” nirxand.  Bi biryarên Lijneya Çavdêriya Îdareyê (ÎGK) ku li girtîgehan hatiye avakirin, berdana gelek girtiyên ku înfaza wan teman bûye tê astengkirin. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Dag e. Mehmet Dag, di sala 1991’an de hatiye girtin û piştî 2 salan bi hinceta “xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê muebbetê li hatiye birîn. Dag ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê girtî ye, diviya ku di 23’ê hezîranê de bihata berdan. Lê ji ber biryara “berdana wî bifikar e” ku endamên ÎGK’ê derbarê wî de dane nayê berdan. Parêzera Dag Nagehan Avçîl û keke wî Hîdayet Dag, bertek nîşanî astengkirina berdana Dag dan.     ASTENGKIRINA BERDANÊ   Parêzer Nagehan Avçîl, diyar kir ku muwekîlê wê 30 sal in girtî ye û beriya niha bi hinceta cezayên dîsîplînê berdana wî hatiye astengkirin û wiha got: “Muwekîlê min beriya niha li Girtîgeha Kandirayê dima. Ji ber ku li vi girtîgehê di daxwaznameyên xwe yên daye saziyên fermî de gotina “Birêz Ocalan” bi kar aniye gelek caran cezayên dîsîplînê lê hatine birîn. 3 caran jî cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Ji ber van cezayan berdana wî ya bi şert û tehliyekirina wî dihat astengkirin. Piştî serlêdanên me cezayê hucreyê rabû. Ji ber cezayên bi kêfî û nehiqûqî dihat xwestin berdana muwekîlê min bê astengkirin.”   BIRYARA ‘KÊFÎ’   Avçîl, da zanîn ku piştî guhertina qanûna înfazê careke din muwekîlê wê bi bêhiqûqiyê re rû bi rû ma ye û wiha got: “Beriya ku ev sererastkirin pêk bê gelek rêxistinên hiqûqê daxuyanî dan û raya giştî agahdar kirin ku wê ev rewş kêfiyetê ava bike. Lê ev rewşa kêfî bû qanûn. Biryara ÎGK’ê ya derbarê muwekîlê min de vê rewşê aşkera derdixe holê. Cezayên dîsplînê yên berê ku li muwekîlê min hatine birîn û hatine rakirin dikin hinceta astengkirina berdanê. Ji bilî vê tu hinceta nehatiye pêşkêşkirin. Rexmî ku midurên yekemîn û duyemîn û derûnnasê girtîgehê ji bo berdanê nêrîna xwe aşkera kirine jî bi awayekî kêfî berdana muwekîlê min tê astengkirin. Li gel îttîraza me jî hê biryar nehatiye dayîn. Heke biryareke neyînî bê dayîn em ê serî li dadgeha cezaya giran bdin. Piştre jî serî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. Bi vê rêbazê girtî û malbatên xwe cara duyemîn tên cezakirin.”    AMADEKARIYA MALBATÊ NÎVCÛ MA   Kekê Dag Hîdayet Dag jî da zanîn ku roja ku birayê wî bê berdan ji bo çûna Afyonê amadekarî kirine lê agahiya ku ji wan re hatiye xeyalên wan têk çûne û wiha got: “Kaxizekî didine destê birayê min û jê re dibêjin, ‘Rewşeke te ya derketina derve tune ye’. 3 kes dibêjin di derketina wî de pirsgirêk tune ye lê 7 kes berovajiyê van biryar didin. Birayê min dibêje, ‘Min van kesan ne dîtiye ne jî nas dikim. Vana çawa derbarê min de biryarê didin? Ez vê fêm nakim’. Ji ber ku destûra edlî dest pê kiribû wê pêvajoyê de me tiştekî nekir.”   REWŞA WÎ YA TENDURISTIYÊ NE BAŞ E   Di berdewamê de kekê Dag, destnîşan kir ku ji doza birayê wî kesekî din hatiye berdan û ev tişt gotin: “Rewşa birayê min ne baş e. Ji ber pandemiyê me hevdîtina vekirî nedikir. Rewşa wî jî qet ne baş e. Dema ku derziya xwe ya yekemîn a koronayê kir rewşa wî ne baştir bû. Li gorî ku hevalên wî vedibêjin avêtina dilê wî kêm bûye. Tiştekî ji destê me nayê. Tiştekî ku em bikin jî tune ye.”