Malbata Şenyaşar: Ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye 2021-09-08 12:27:20 RIHA - Ferît Şenyaşar ê ku li gel dayika xwe li ber edliyê daxwaza “edaletê” dike diyar kir ku ji dozgerê dosyeyê hevdîtin daxwaz kiriye û got: “Wek ku wezîr digot ‘deriyê edliyê deriyê edaletê ye’ ka em ê bibînin deriyê edaletê ye yan deriyê zilmê ye.”  Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 184’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewamdike. Malbatê ji ber ku îro bi rêya telefonê bi Fadil Şenyaşar ê ji 3 salan zêdetir e girtî ye re axivîn û ji ber vê yekê dereng hat ber edliyeyê.    Ferît Şenyaşar ku li gel dayikaxwe Emîne nobetê digire axivî û wiha got: “Li ber Edliyeya Rihayê di bin zilmê de têkoşîna me ya edaletê ket roja 184’emîn. Dozek me ya mafdar heye. Ev komkujî tenê li hember me li hember her kesê xwedî wîjdan pêk hatiye. Em tenê ne ji bo malbata xwe edaletê dixwazin. Em ji bo her kesê bi bêedaletiyê re rûbirû mane re edaletê dixwazin. Partiyên siyasî yên nû tên avakirin û dibêjin em ê edalet, maf û hiqûqê bînin. Ew partiyên siyasî ku behsa mafê mirovan dikin, bila rojek serokên wan giştî werin bi me re rûnin û edaletê daxwaz bikin.”   ‘EZ HÊVÎ DIKIM WÊ BIBE DERIYÊ EDALETÊ’    Ferît Şenyaşar destnîşan her ku diçe pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika wî Emîne zêde dibin û wiha got: “Tevî ku problemên tenduristiyê yên dayika min hene jî her roj tê li ser vê betonê rûdinê. Ev zilm e. Ji roja me dest bi nobetê kiriye, em dixwazin bi van dozgerên her roj di ber me de derbas dibin re hevdîtinê bikin. Lê belê daxwaza hevdîtinê red dikin. Wezîrê Dadê gotibû ‘deriyê edliyê deriyê edaletê ye’. Em ê îro carek din biçin bi dozgerê dosyeyê re hevdîtin bikin. Em ê hewl bidin ku derbarê doza xwe de agahî werbigirin.  Ka êm ê binêrin deriyê edliyê, deriyê edaletêye  yan deriyê zilmê ye. Ez hêvî dikim ku wê deriyê edaletê be û dozger hevdîtina me qebûl bike.”