ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-09 09:00:05     * Welatiyên Amedê bertek nîşanî kuştina Mîraç Mîroglu dan û gotin: “Em ji bo zarokan bi fikar in. Em li bajarên xwe maşîneyên zirxî naxwazin.”    * Mehmet Saît Karabûlût ê bavê girtî Sîpan Karabûlût ê li Girtîgeha Bandirmayê tê girtin bal kişand ser şertên nebaş ên girtîgehê û bi lêv kir ku dema girtiyan dibin nexweşxaneyê bi awayekî fîzîkî tacizî wan dikin.    * Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê, îhaleya 21 mîlyonî ya dibin navê “ji bo rêyên mûxtelîf” de, da fîrmaya Serokê Şaredariya AKP’ê ya Midyadê Veysî Şahîn.    * Zaroka 13 salî Amara Dwla li deftera xwe nivîsandibû “Ez di tariyê de bi tenê me, digirîm û rondikên çavên min mîna barana ji ewran dibare, qîrîna di hûndirê min de, min dadiqurtîne.” Amara hat desteser kirin, mecbûrî zewacê hat kirin û îşkence lê hat kirin û dûre hat qetilkirin. Lê kesekê dengê wê ne bihîst.    * Zanista Civakî Dr. Neşe Ozgen, diyar kir ku lêkirina dîwarên li ser xeta sînor, parçeyeke polîtîkayên bêmirovkirinê ye û got: “Polîtîkayên bêrehm ên dewlatan li ser xetên sînor dewam dikin.”   * Şêniyên taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ku wesayiteke zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglu qelibî û ew qetil kirin, diyar kirin ku heta niha gelek caran giliyê bi lez çûyana maşîneyên zirxî kirin û wiha gotin: “Lê ev giliyên me hatin paşguhkirin.”    * Cîgirê Serokê Şaredariya Menderes ê berê Gursel Ruzgar ê ji kar hat avêtin,  cihê dezgehên 6 esnafên li bazara Gumuldur guhertin û dan xizmên xwe. Endama Meclîsa Şaredariyê Amîne, diyar kir ku ji ber Kurbûyîna wan ew bi zarokê ji cihê wan derxistin.   * Piştî ku hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê zêdebûn, rêxistinên civaka sivîl dest bi kampanyaya “Dudilî nebe aşî bibe" dest pê kirin. Li konê ji aliyê rêxistinên sivîl ve hatiye vedan rojê nêzî 200 kes derzî dibin.   * Derbarê Muslum Çagan û Erdal Tecîk ên HDP'yî li Osmaniyê di Newroza 2018’an a de axivîn doz hat vekirin.    * Înzever Dogan ê çavên wî nabînin ku li navçeya Mîdyadê dijî, 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe yê hezar û 50 kîlometreyan jê dûr e. Dogan xwest ku hiqûqnas alîkariya wî bikin û kurê wî sewqî girtîgeheke nêzîkî wî bibe.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 185'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna doza Hevserokên HDP'a Amedê Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan ku jê tên darizandin wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin.    * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê wê têkildarî mudaxileya polîsan a di 5'ê îlonê de li dijî daxuyaniya aştiyê pêk anîbû li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)