Bavê ku çavê wî nabînin 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe 2021-09-09 10:10:10 MÊRDÎN - Înzever Dogan ê çavên wî nabînin ku li navçeya Mîdyadê dijî, 3 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe yê hezar û 50 kîlometreyan jê dûr. Dogan xwest ku hiqûqnas alîkariya wî bikin û kurê wî sewqî girtîgeheke nêzîkî wî bibe.    Ferhat Dogan, dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku di sala 2016'an de hatibû îlankirin, di 16 saliya xwe de hatibû girtin. Dogan, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hatibû darizandin û bi îdiaya “Hilweşandina dewlet û yekparebûna welat” cezayê muebbeta girankirî lê hatibû birîn. Dogan, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê jî hatibû darizandin û bi îdiayên weke “peydakirina madeyê teqemeniyê” , “teşebûsa kuştinê” 18 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Dogan, piştî ku demekê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat girtin sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hat kirin û ji wir jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê hat kirin. Dogan, herî dawî beriya 3 salan ji vir jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Keskîn a Kirikkalayê ya hezar û 50 kîlometre dûrê malbata xwe ya li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê hat kirin.    TENA SERÊ XWE DI HUCREYÊ DE YE   Bavê Dogan Înzever Dogan ku di temenê biçûk de dayika xwe winda dike, ji ber nexweşiyeke ku beriya 5 salan derbas kiriye roniya çavên xwe winda kiriye. Malbatê herî dawî beriya 3 salan li Osmaniyeyê bi kurê xwe re hevdîtin pêk anî. Bav Dogan, bi lêv kir ku kurê wî yê bi navê Dilbirîn yê di heman serdemê de hatibûye girtin beriya demeke nêzik hatiye berdan û anî ziman ku nêzî 3 salan e nikare biçe hevdîtina kurê xwe Ferhat. Dogan, diyar kir ku ji ber Kirikkale dûr e û kesekî wî yê nas li wir tuneye madî manewî zehmetiyê dikişine û wiha got: “Bajarekî biyanî ye û dûr e. Mecbûr im ku li oteleke bimînim. Çûyîna bi wesayîtê bi zehmet e. Ji ber vê yekê nikarim biçim hevdîtinê.” Bav Dogan, bi bîr xist ku ji xwe salekê zêdetir e ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) hevdîtin nayê kirin û da zanîn ku kurê wî tena serê xwe di hucreyê de tê girtin.    BI GIRTINA DEST HEVDÎTİNÊ PÊK TÎNE   Dogan, bi lêv kir ku bi alîkariye hin kesan kariye beriya 3 salan biçe hevdîtinê û destnîşan kir ku zehmetiyan dikişîne û tiştên ku bi serê wî tên zilm e. Dogan, anî ziman ku tiştên bi serê wî tên di çu olan de cihê wî nîne û wiha axivî: “Edalet ji herkesê re lazim e. Ev ne karê edaletê ye. Ma mirov vê bi mirovan dike? Ez biçim hevdîtinê jî bi girtina dest û hîskirinê hevdîtinê pêk tînim. Em ji hev dûr xistin. Em ê çi bikin. Wê demê zarok bû, niha mezin bûye. Çûne hevdînê jî ew rêwîtî jî zor e. Lê em diçin dilê me rehet dibe. Bawer bikin ez naxwazim razim. Ji xwe nikarim razim jî. Xew ji min re nîne. Ez diçim ser cadeyê disekinim. Gelek zor e. Mirov çawa dikarin vê êşê hilgirin nizanim.”   ‘BILA SEWQÎ GIRTÎGEHEKE NÊZÎK WERE KIRIN’   Dogan ê daxwaza xwe ya edaletê dubare kir xwest ku kurê wî sewqî bajarekî nêzî Mêrdînê bê kirin. Dogan, da zanîn ku li Mîdyad, Êlih û Mêrdînê jî girtîgeh hene û banga alîkariyê û piştevaniyê ji hiqûqnasan kir. Dogan, bi lêv kir ku ji xeynî axaftina bi telefonê tu temasa wî bi kurê wî re nîne.    MA / Ahmet Kanbal