Li Emîne Şenyaşar a ku li edaletê digere doz hat vekirin! 2021-09-09 10:33:30 RIHA - Lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du lawê xwe di êrişa AKP’yan de winda kir, lê veguherî dozê. Bi hêceta ku Şenyaşar “heqaret” li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî kiriye doz hat vekirin.  Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de beriya hilbijartina giştî xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kirin û Haci Esvet Şenyaşar û du lawê wî kuştin. Fadil Şenyaşar jî hatibû girtin û ji sê salan zêdetir e li Girtîgeha Xarpêtê ye. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo di doza wan de edalet pêk were ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza “edaletê” dikin û her roj ji serê sibê heta êvarê nobet digirin.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe gelek caran jî hatin binçavkirin. Hat îdiakirin ku di roja 86’emîn a çalakiyê de Emîne Şenyaşar  “heqaret li wezîfedarê cemaweriyê” kiriye.    TÊ XWESTIN KU HETA 4 SALAN WERE CEZAKIRIN    Lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve dihat birêvebirin temam bû û îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz wek muştekî ango gazinker cih girt. Di îdianameyê de heta 4 salan cezayê hefsê ji Emîne Şenyaşar re tê xwestin.    Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil a doza Emîne Şenyaşar wê di 12’ê mijdarê de were lidarxistin.    LI ALIYEKÎ DOZ LI ALIYEKÎ ‘VEŞARTIN’    Di roja 7’emîn a “Nobeta Edaletê” de yanî di 15’ê adarê de Emîne Şenyaşar bi heman îdiayê hatibû binçavkirin û piştî îfade dabû polîsan serbest hatibû berdan. Balkêş e li aliyekî doz li Emîne Şenyaşar tê vekirin li aliyê din jî ji sê salan zêdetir e biryara “veşarî” li ser dosyeya malbatê ye.    MA / Emrullah Acar