Li Licê gengeşiya DEDAŞ'ê 2021-09-09 12:41:20   AMED - Li navçeya Licê, ji ber ku DEDAŞ'ê xwest saetên aboneyên xwe derbixe ser dîrekan gengeşî derket.   Li taxa Yenîşehîrê ya navçeya Licê ya Amedê, ji ber ku komên Şîrketa Belavkirina Ceyranê (DEDAŞ) xwestin saetên aboneyên xwe derbixin ser dîrekan gengeşî derket. Îro serê sibehê komên DEDAŞ'ê ji bo derxistina saetan a ser dîrekan dest bi xebatên vedanê kirin. Niştecihên taxê bertek nîşanî vê rewşê dan û bûn asteng ku vedan bê kirin. Li ser vê komên DEDAŞ'ê gazî polisan kirin. Polis taxê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin.    Ji ber vê dorpêçê niştecihên taxê ber bi Koşka Hikumetê ya Qaymeqamiya Navçeyê lê ye ve dest bi meşê kirin. Sekna niştecihên taxê ya ji bo hevdîtina bi rayedaran re didome.