Ajokarê TIR’ê yê di bin bar de ma jiyana xwe ji dest da 2021-09-09 16:19:33   ŞIRNEX - Ajokarê TIR’ê Haci Osal ê li herêma Kizir a navçeya Silopiya di bin bar de ma, jiyana xwe ji dest da.    Ajokarê TIR’ê Haci Osal ê li herêma Kizir a navçeya Silopiyayê xwest barê xwe vala bike, dema deriyê qaseyê vekir, ji ber ji nişka ve boriyên demir ji qaseyê ketin, di bin bar de ma. Osal ê di bin boriyên demir de ma, li gel mudaxileya tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Osal ji bo kirariyên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya.