Danişîna hevserokên HDP’î hat dîtin 2021-09-09 20:17:36 AMED - Danişîna doza darizandina Hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen hat dîtin.  Danişîna doza Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê  Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen ên bi îdîaya “endamtiya  rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” tên darizandin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Alokmen ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Xarpetê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Ceylan di tevlî danişînê nebû. Di danişînê de, parêzerên Ceylan û Alokmen Şeyhmûs Bayhan û Berdan Acûn amade bûn. DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN Şandeya dadgehê, diyar kir ku derbarê Ceylan û Alokmen de dosyeyên dozên din hene û xwest ev dosya bibin yek. Şandeyê ji bo ku dosya bê lêkolîn kirin û di vê mijarê de biryar bê dayîn, danişîn taloqî 20’ê Çileyê kir.