Cenazeyê ku 450 gram maye 127 roj in nadin malbatê 2021-09-10 09:09:19 EDENE - Bavê Hediye Balûr a li Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest da û 127 roj in cenazeyê wê nadin malbatê Mahmût Balûr, diyar kir ku cenazeyê keça wî 450 gram ma ye, lê ligel vê jî nadin wan. Balûr da zanîn ku heya ew hestiyên keça xwe negirin, ew ê ranewestin.” Hediye Balûr a malbata wê ji ber polîtîkayên zextên dewletê di sala 1990’an de, ji navçeya Hezexê ya Şirnexê koçî navçeya Ceyhanê ya Edenê kir, di 8’ Adara 1994’an de hat dinê. Balûr li vê derê dibistana xwe seretayî û lîseyê temam kir û di 20 saliya xe de beşdarî HPG’ê bû. Balûr, li Çiyayê Bagoka navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di navbera 7-8’ê Gulanê de, di encama bombebarana helîkopter û SÎHA’yan de bi 5 HPG’iyan re jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên 5 HPG’iyan piştî nasnameyên wan hatin tespîtkirin, teslîmî malbatên wan hatin kirin. Lê cenazeyê Balûr ligel ku 127 roj derbas bûn jî, hîna ji bo malbatê nehatiye dayîn.    Malbatê piştî serlêdanê, cenazeyê li morga nexweşxanê tê rawestandin ku tenê 450 gram parçe mayî teşxîs kir.  Piştî ku encama testa DNA’yê ya cenazeyê Balûr û malbata wê hev girt, malbatê xwest cenazeyê keça xwe defin bike. Lê ev daxwaza malbatê bê bersiv hat hiştin.    DAYIKÊ VEGOT: HER TIM CUDA BÛ   Dayika Hediye Balûr, Emîne Balûr a 50 salî behsa keça xwe kir û wiha axivî: “Keça min her tim cuda bû. Keça min her tim mafê jinan diparast. Keça min herî zêde ji qetilkirina 34 welatiyên li Roboskê û di dema Geziyê de qetilkirna Alî Îsmaîl Korkmaz ê 19 salî bandor kirin.”    CENAZEYÊ WÊ 450 GRAM MA YE    Dayika Balûr, da zanîn ku cenazeyê keça wê 450 gram ma ye û wiha êşa xwe vegot: “Tişta li cenazeyê keça min kirin, em pir êşandin. Dema agahiya ewil gehişt me, ji bo DNA’yê me çû xwîn da. Alîkarê dozger ji me re got 2 cenazeyên jinan hene, lê nayin naskirin. Lê dema em çûn cenazeyê xwe bigirin, ji me re gotin cenaze tuneye. Niha ji bedena keça min tenê 450 gram parçe ma ye. Vê jî nadin me.”    MIROVAHÎ NEMAYE   Dayika Balûr, dest nîşan kir ku ev rewş bi tu awayî nayê qebûl kirin û wiha got: “Dewlet bi çavekê cuda li me mêze dike. Tu hêviya me ji wan nîne. Bi wan re mirovahî nemaye. Divê gelê Kurd êdî ji hev re ast û dirust be.”    HIQÛQA DIJMINANTIYÊ PÊK TÎN IN   Bavê Balûr Mahmet Balûr ê 57 salî jî, diyar kir ku di 10’ê Gulanê de esker li wan geriyan û ji wan re gotin ku keça wan jiyana xwe ji dest da ye. Bavê Balûr, da zanîn ku eskeran jê re wiha gotin: “Me keça te kuşt. Werin bigirin.” Balûr, da zanîn ku ew li ser vê yekê çûn Mêrdînê ji bo testa DNA’yê bikin û wiha axivî: “Em çûn me mînaka xwîn da. Vê carê ji me re gotin, ‘Herin piştî 3 mehan werin.’ Ligel  ku 127 roj derbas bûn jî hîna cenazeyê keça me nedane me. Piştî kum e mînaka xwînê da, 4 meh şûnde cardin gazî me kirin. Ji bo ku em cenaze bigirin em dîsa çûn Mêrdînê. Malbatên din cenazeyên zarokên xwe girtibûn. Lê ji me re gotin, ‘cenazeyê we tuneye. Ji cenazeyê wê tenê 450 gram parçe me ye. Me şandiye Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Em nizanin ku cenazeyê wê dê were yan na.’ Em nizanin ku çima cenazeyê me şandine Stenbolê. Dibe ku rojekê ji me re jî bi kargoyê bişînin. Hiqûqa dijminantiyê pêk tîn in. Wijdana wan tuneye. Her tişt ji wan tê.”   ‘EZÊ WAN HESTIYAN BIGIRIM’   Balûr, bibîr xist ku ger 450 gram jî ji bedena keça wî mabin, ew ê wan hestiyan bigire û wiha bi dawî kir: “Ez cenazeyê keça xwe bigirim û li kêleka hevalên wê defin bikim. Di rewşên wiha de, divê em li ser piyan bimînin. Niha êşa min pir mezine. Lê rûmet û şanaziya min ji êşa min mezintire. Serê min bilinde. Divê em gelê Kurd bibin yek. Heya ku em nebin yek, ev rewşê bên serê me. Feraseteke faşîstan heye. Bi hezaran salin me dikujin. Hişmendiyan wan her tim eyniye.”   MA / Omer Akin