3 dozên wesayîtên zirxî: Yek revandin, yek sekinandin, yek jî astengkirin 2021-09-10 09:20:34 MÊRDÎN - Li Mêrdînê,  di dozên 3 bûyerên cuda yên lêxistina wesayîta zirxî de, tu pêşketin tune ye. Dosyeya zaroka 7 salî Berfîn Dîlek ji raya giştî hat revandin, lêpirsîna Şerîf Bakir heya demekê hat astengkirin û dosyeya Sûphiye Yakût jî di asta biryarê de, hat rawestandin. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, di 3’yê Îlonê de, piştî ku wesayîta zirsî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû da jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyera qetilkirina Mîroglû, cardin aqûbeta bûyeren lêxistina wesayîtên zirxî ketin rojevê. Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, di 9’ê Sibata 2017’an de wesayîta zirxî li zaroka 7 salî Berfîn Dîlek xistibû û jiyana xwe ji dest da bû. Dîsa di 9’ê Hezîrana 2017’an de jî maşîneya zirxî li Mehmet Şerîf Bakir ê 17 salî qelibî bû û lingê xwe yê çepê winda kiribû. Di heman demê de, li Taxa Behçebaşî jî, di 22’yê Nîsana 2018’an de, wesayîta polîsan li Suphiye Yakut a 51 salî xistibû û ji piyê xwe seqet ma bû.     DOZ JI RAYA GIŞTÎ REVANDIN   Derbarê qetilkirina Berfîn Dîlek de, dest bi lêpirsînê hatibû kirin û dûre doz hatibû vekirin. Lêpirsînên  têkildarî Mehmet Şerîf Bakir û Suphiye Yakût jî dûre veguherîbûn dozê. Di vê pêvajoyê de, Qeymeqamtiya Kerboranê, Miduriyeta Polîsan a Navçeyê û rêveberên AKP’ê dosyeya derbarê kuştina Berfîn de, ji raya giştî revandin.    DOZA ŞERÎF BAKIR   Wezîrê Karên Hûndir û Qeymeqamtiya Nisêbînê, heya demek dirêj destûr nedan  ku lêpirsîna derbarê bûyera Mehmet Şerîf Bakir ê lingê xwe yê çepê winda kir de, bê vekirin. Parêzerê Bakir, ji ber vê yekê serî li Dadgeha Îdarê da. Piştî bi mehan nû derbarê ajokarê polîs de lêpirsîn hat destpêkirin. Dûre dest bi darizandina polîs hat kirin. Lê, di dosyayê de biryar nehat girtin.   DOZA SUPHIYE YAKÛT      Polîsê ku Yakut birîndar kir û ajokarê wesayîta zirxî S.G. ji ber sûcê "birîndarkirina ji ber xemsariyê" hatin darizandin. Heya niha 12 danişînên dozê hatin dîtin. Di rapora pisporan de, hat gotin ku polîs S.G bi awayekê giştî bi xemsarî tevgeriyaye û ji bikarhênerên rê re xeterî û astengî çêkiriye. Piştî raporê, dozger ewil ceza xwest, dûre dev ji vê biryara xwe berda. Ji ber vê dadgehê xwest dosya bê lêkolîn kirin û danişîn taloqî 8’ê Nîsanê kir.    ‘LÊPIRSINEK BI BANDOR NEHAT KIRIN’   Parêzerê malbata Yakût Tahir Demîr, diyar kir ku piraniya kesên wesayîtên zirxî li wan di qelibin biqûsir tên dîtin. Demîr, da zanîn ku di doza Suphiye Yakût de, dozger ewil mutala da, lê dûre mutalaya xwe guhert û wiha axivî: “Di şert û mercên asayî de diviya bû bersûc bê cezakirin.”   WÊ MÎRAÇ BIQISÛR BÊ DÎTIN   Demîr, di doza Yakût de yekemin car polîs ji sedî 100 bi qisûr hat dîtin û wiha dewam kir: “Ev jî tê vê wateyê maşîneyên zirxî bi awayekî keyfî tên bi karanîn. Lê, ji ber ku ev wekî sûcên xemsar têne hesibandin, ji karûbarê sivîl re nabin asteng. Ev sûc divê weke sûcên kar bên dîtin. Lê bi vî awayî nayin dîtin. Di dosyeya Mîraç de jî, îhtîmalek mezin, wê Mîraç biqisûr bêdîtin. Ji ber ku pergal bi vî awayî tê bi rêve birin. Maşîneyên zirxî divê li qadên operasyon û herêmên çolteran bên bi karanînin. Lê li herêmê li serê her kolenekê maşîneyên zirxî hene. Ev  jî bi xwe re keyfiyetê dîtine.  Ji ber xemsariya welatiyan ev maşîneyên zirxî nayin li wan naqelibin. Ev wesayît li navenda bajaran, bi awayekê keyfî tên bi karanîn. Ji ber vê jî bi rehetî li mirovan dixin. Ji bo ku heman bûyer rû nedin divê wesayîtên zirxî ji navendên bajaran bên derxistin.”   MA / Ahmet Kanbal