Dosyeya lêpirsîna du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin salek e veşartî ye 2021-09-10 09:20:59 WAN  - Tevî ku salek bi ser dosya lêpirsînê ya du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin re derbas bû jî, hîna tu pêşketin tune ye.  Di 11'ê Îlona 2011'an de, eskerên li navçeya Şaxê ya Wanê derketibûn operasyonê, piştî operasyonê welatiyên bi navê Osman Şiban ê 50 salî û Servet Tûrgût 55 salî binçav kiribûn. Piştî  îşkenceyeke giran her du welatî ji helîkopterê hatibûn avêtibûn. Servet Tûrgût çend roj piştî bûyerê jiyana xwe ji dest da bû. Osman Şiban jî heya demek dirêj tedawiya wî dewam kiribû. Bi ser bûyerê re salek derbas bû. Lêpirsîn derbarê bûyerê de hat vekirin.  Ji bo lêpirsînê, biryara veşartinê hatibû dayîn. Ji ber veşartina lêpirsînê, nayê zanîn ku lêpirsîn di çi astê de ye.   Ligel ku salek bi ser dosya lêpirsînê ya du welatiyên ji helîpterê hatin avêtin re derbas bû jî, hîna tu pêşketin tune ye. Lê têkildarî bûyerê, tenê doza li 5 rojnamegeran hatibû vekirin, hêj dewam dike.     MA / Cemîl Ugur