Sê girtiyên nexweş di qawişa ku cihê bêhnvedanê nîne de tên girtin 2021-09-10 10:01:03 HATAY - Girtiyên nexweş Îsmaîl Tamboga ku di Girtîgeha Îskenderûnê de her tim zeîf dibe, Siddik Guler ê 81 salî ku gelek nexweşiyên wî hene û Bangîn Muhammed ê astengdar, ligel ku pêdiviyên wan bi lênêrînê hene jî di qawişa ku cihê bêhnvedanê nîne de tên girtin.  Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Mehtap Sert, bi girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga yê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûna Hatayê dimîne re hevdîtin kir. Tamboga di hevdîtinê de şert û mercên ku lê dimînin parve kirin. Tamboga yê di qawişa karantînayê de dimîne, diyar kir ku di qawişa ku cihê bêhnvedanê nîne de şertên fîzîkî bandoreke nebaş li tenduristiya wan dike.    ‘EM NIKARIN OKSÎJENÊ BIGIRIN’   Tamboga, da zanîn ku bi girtiyê nexweş Siddik Guler, Bangîn Muhammed ê du lingên wî tune ne û bi kursiya teker dikare tevbigere û Hamîd Suleyman ê ji Rojavayê Kurdistanê ku tirkî nizane re dimîne û têkildarî serpêhatiyên xwe wiha got: “Di vê qawişê de cihê bêhnvedanê û sarinc nîne. Tiştên em ji kantînê digirin xerab dibin. Em bi xwe cilên xwe dişon lê cihê ku em lê cilan raxin tune ye. Ji ber em cilên xwe di qawişê de zuha dikin, hewayê wan bandorê li cergê me dike. Ji ber cihê bêhnvedanê nîne qawiş pir bê hewa dimîne û ji ber em baş nikarin oksîjenê bigirin cergên me xesareke mezin dîtiye. Beriya du rojan ji ber şekira min ket 60’an ez bi lez û bez birim nexweşxaneyê. Dema ez çûm Nexweşxaneya Zanîngeha Mûstafa Kemal kontrolê ji min re mama nivîsandin lê qasî 6 rojan mama nedan min. Ji ber mama nadin birçî dimînim. Ji ber ku sarinc nîne şîr jî xerab dibe. Ez nikarim xwarinên normal bixwim. Diranên min şikestî ne û devê min bi îltîhab e û birîn hene. Ji ber ez nikarim antîbîyotîkê bigirim birînên di devê min de baş nabin.”   NIKARE PÊDIVIYÊN XWE DABÎN BIKE    Tamboga, bi lêV kir ku ji ber diranên wî şikestîne û devê wî birîn bûye pêwistiya wî bi mama heye û anî ziman ku wê roja duşemê careke din ji bo testê biçe Nexweşxaneya Zanîngeha Mûstafa Kemal. Tamboga, diyar kir ku ji ber nikare xwarin bixwe û avê vexwe nikare ji bo tahlîlê mîzê bide û ji ber vê yekê li nexweşxaneyê Pisporê Nefrolojiyê wî biçûk dixe. Tamboga, da zanîn ku girtiyên ku bi wî re dimînin nikarin pêwistiyên xwe pêk bînin û wiha axivî: “Ji ber Siddik Guler birin nexweşxaneyê ew jî li qawişa karantînayê tê girtin û nikare pêwistiyên kesayetî pêşwazî bikin. Hamîd Suleyman ê suriyeyî tirkî nizane, cilên wî nînin malbata wî nizane ka li ku derê ye.”   Tamboga, bi lêv kir ku ji bo derbasî qawişeke ku cihê bêhnvedanê û sarinca wê hene bibin bi devkî û nivîskî serî li rayedarên girtîgehê dane lê hêj tu bersiv nedane wan û anî ziman ku rewşa wan her roja ku diçe xerabtir dibe.    ÎŞKENCEYEKE SÎSTEMATÎK TÊ SEPANDIN   Parêzer Sert a tiştên qewimîn nirxandin diyar kir ku girtiyên nexweş dixwazin ji mafên xwe gihandina tenduristiyê sûdê werbigirin lê şertên fîzîkî yên qawişê ne li gorî vê ne û wiha got: “Qawişa lê dimînin sarinc, cihê cilan raxistinê û hwd. tune ne. Ji bo ku hewayekî paqij bistînin cihê bêhnvedanê jî nîne. Îsmaîl Tamboga yê her tim vedireşe, Siddik Guler ê 81 salî, Bangîn Muhammed ê astengdar bi hev re dimînin. Pêwistiya her sêyan jî bi lênêrîna kesekî din heye. Di heman qawişê de ne. Navê vê tecrîd e. Ligel ku di girtîgehê de kawişa karantînayê ya cihê bêhnvedana wê heye jî, tu gotinên ku li qawişeke bê hewa bi cih kirine nîne. Îşkenceyeke sîstematîk li girtiyên nexweş tê kirin.”   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen